Polîtîk

Divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin

erok Barzanî li Bexdayê di berdewamiya civînên xwe de gihişte mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û civînek pêk anîn.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ji Bexdayê ragihand ku ji ber nakokiyên salên derbasbûyî, piştî demeke dirêj Serok Barzanî li Bexdayê çû mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî.

Peyamnêrê me eşkere kir ku tê çaverêkirin piştî vê civînê peywendiyên navbera herdu aliyan asayî bibin û ji ber pêgeha Malikî ya li Iraqê wisa tê payîn ku civîn bandoreke erênî bike siberoja peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ve hatiye belavkirin, di civînê de herdu aliyan pêşhateyên siyasî û ewlehiyê yên herî dawî yên Iraqê û siberoja pêvajoya siyasî ya wî welatî gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku Serok Barzanî û Nûrî Malikî tekezî li ser yekbûna hewldanan kirine di navbera hêzên niştimanî de ji bo derbasbûna ji astengiyan û xebata li ser çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de.

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/265904224071645/

Back to top button