CivakRojev

Divê pirsgirêk bên çareserkirin û hilbijartin di dema xwe de bên kirin

Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partîya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komel) tekez kirin ku divê Rêveberîya Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de pêk bîne.

Îro şandek bilind a PDK bi serokatîya Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDK Fazil Mîranî serdana Komalê kir. Şande ji alîyê Serokê Komel Elî Bapîr û çend endamên desteya bilind a partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya Komal, her du alîyan tekezî li ser wê yekê kirine ku nabe hincet ji bo nelirêxistin û lidarnexistina hilbijartinan hebe, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji alîyê civaka navdewletî ve tê şopandin.

Hem PDK û hem jî Komal diyar kirin ku ji bo hilbijartin di dema xwe de bê hincet bên kirin, divê di demek herî kurt de pirsgirêkên ku partîyan li ser li hev nekirine bên çareserkirin.

Back to top button