Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî bang li ENKS û PYNKê kir ku hest bi berpirsyariyê bikin û vegerin ser maseya danûstandinê û diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bikin. Mezlûm Kobanî derbarê pirsa mijara Pêşmergeyên Rojava de jî ragihand, “divê pirsa leşkerî û Pêşmergeyan li gorî Peymana Duhokê bê çareserkirin.”
General Mezlûm Kobanî di daxuyaniyekê de ji bo ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser tekezî li ser giringiya berdewambûna diyalogên di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de dike û dibêje, ew dê piştevaniya xwe bo diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bikin.
Kobanî dibêje: “Diyalog û danstandinên di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd de ji bo yekkirina xîtab û helwestê ye. Wekî aliyekî garantor û sponsor li gel aliyê amerîkî yên dost em hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ne.”
General Kobanî yekrêziya Kurdî weke mijareke stratîjî ji bo siberoja gelê Kurd bi nav kir û got,”Yekîtiya kurdî ji bo me mijareke stratejîk a xwedî girîngiyek ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wê ya rêxistinkirina mala navxweyî ye.”
Mijara Pêşmerge li gor Peymana Duhokê tê çareserkirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir, divê ENKS û PYNK xalên ku nakokî li ser hene, li ser maseyê gutûbêj bikin ne li ser medyayê û tekez kir, tometbarkirina hev bi rêya medyayê etmosfereke nerênî çêdike.
Têkildarî mijara leşkerî ya di danûstandinên navbera ENKS û PYNKê de, Mezlûm Kobanî got: “Mijrên ku her du alî di ragihandinê de hevdu pê tawanbar dikin astmosfêreke neyîn afirand, bi taybet mijara leşkerî û pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Duhokê de be.”
PYNK û ENKS vegerin ser maseya diyalogê
General Mezlûm Kobanî bang li her du aliyên PYNK û ENKSê kir ku li diyalogan vegerin û da xuyakirin: “Ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Kurd û gelê Sûriyê bi giştî bi hemû pêkhateyên wê di pêşerojeke ronî de li ser esasê lihevkirin, hezkirin û girtina berjewendiyên giştî li ser berjewendiyên partiyetî yên teng, em bang li birayên xwe yên di Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd de û birayên me di Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de dikin ku bi rihê berpirsyartiyê tev bigerin, li masya diyalogan vegerin da ku nîqaşên li ser xalên bi nakok rû bi rû û ne bi rêya ragihandinê bikin.”
Danûstandinên Kurdî-Kurdî beşeke ji çareseriya giştî ya Sûriyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mezlûm Kobanî di beşeke din a axaftina xwe de dibêje, ku diyaloga Kurdî beşek ji pêvajoya berfireh a têkildarî Sûriyê ye û tekez dike: “Beriya niha me tekez kiribû ku diyaloga Kurdî-Kurdî li Sûriyê beşek ji pêvajoya berfireh a diyaloga sûrî-sûrî bi giştî ye, nabe herdu ji hev werin cûdakirin, em hîna bi hemû enerjiya xwe kar dikin da ku vê pêvajoya zehmet û giran bi ser bixin, ku pêşeroja Sûriyê û gelê wê piştî 10 salan ji serhilan û tevgera gel li ser sekinî ye.”