Polîtîk

Divê lihevkirin li ser pirsên niştimanî bibe

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê tekez dikin ku, pêwîste hemû pirsên niştimanî bi rêya lihevkirinê bên pesendkirin, di nav wan de jî pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê.Şandeke PDK bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Polîtbîroya Yekgirtûya Islamî kirine û ligel sekreterê wê yê giştî Mihemed Ferec û endamên polîtbîroyê civiyan.Piştî bidawîhatina civînê, Nêçîrvan Barzanî  dikonferensekî rojnamevanî de ragehdan ku, wan ligel Yekgirtûta Islamî pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û çend pirsên din ên çarenivîsaz gotûbêj kirine.Navborî balkişande ser helwesta PDK û got: “Baweriya me bi prensîpa lihevkirinê heye (…) desûrê ji bo yek kesî nayê nivîsandin, lê bo tevaya pêkhateyane.”Ji aliyê xwe ve, Mihemed Ferec tekez kir ku, baweriya wan jî bi hebûna lihevkirinê di navbera aliyan de li ser pirsên çarenivîsaz hebe û got: “Em dê civîneke 5 alî encam bidin û hemû hûrgiliyan bi zelalî ragehînin.”

Back to top button