Nivîsar

Divê Kurd tenê xaka Kurdistanê biparêzin ne şûrkêşê xelkek dibin

Eve demek dirêje ku êrîşa Tirkiye li ser hinek deverên Suriye û Kurdistana Rojava tê gotubêj kirin. Di encamp de doh Tirkiye li gel çekdarên muxalefeta Suriye êrîşê rojhilatê Firatê kirin. Dema Tirkiye dest êrîşê kir gelek nawendên HSDê bi balefiran bombebaran kir.  Hêzên HSDê jî li hinek deveran top avêtin aliyê sinor.

Li gora agahdariyan heta niha 5 kurdîn sivil bûne qurbanî. Her aliyek li gora xwe behsa vî şerî dike. Herkes heta aliyên şer jî dikin dibêjin şer ne çareseriye.  Ji bo vê yekê di van qonaxên hale de ne hewceye ku mirov şîreta li hev bike. Li ser erdê bûyerek heye, Kurd zererek mezin ji vê bûyerê dibînin , dibin qurbanî, têne kuştin û cih û warên xwe terk dikin dibin benaber.

Ne hewceye ku mirov gelek behsa Tirkiye bike. Tirkiye dewletek dagirker e. Di vê êrîşê de çep, sosyal demokrat, rast, misilman , faşîst yanî bi hemû awayive aliyên siyasî yên Tirk bûne yek herkesek pişgiriya vê êrîşê dike.

Lê heta vê gavê jî siyaseta PKKê ya ku dibe sedema malwearankirina kurda û talankirina Kurdistanê rê nade ku yekitiyek di nava Kurdan de pêkwerê. Bi tenê şîaran behsa yekitiyekî dikin.

Rastiyek ya Suriye û Kurdistana Rojava heye. HSDî ji bo daxwaziya Amerikayê şerê DAÎŞê li derê deverên Kurdistanê kir. HSDî 11 hezar şehid di şerê li dijîDAÎŞê de dane û piraniya van li deveren ji derê Kurdistanê hatine şehid kirin. Gerek baş bê zanin parastina xaka Kurdistanê tişteke û parastina xaka Suriye tiştek dine. Her dilopa xwîna kurda li ser axa Suriye hatî rijandin webaleke di stuyê PKKê de.

Îro jî Tirk ketina rojhilatê Firatê de. Gelo ev dever çikas axa Kurdistanê ye û çikas ya Ereba ye? Divê ev yek werê kifşkirin. Ya rast ewebû ku, piştî êrîşa Tirkiye li ser Efrinê û dagirkirina Efrinê, gerek PYDê di cih de li ser bingehê li hevhatina Hewlêr1, Hewlêr 2 û Dihokê yekitiya hêzên Kurdistana Suriye pêkanîbûna. Diviya hêza Pêşmergeyên Roj derbasî Kurdistana Rojava bibûya.

Îro jî di dewsa Heza Suriya Demokratik de gerek hêzek Kurdistanî hebûya ev hêz ji YPGî û Pêşmergeyên Roj pêkbihata. Herweha aliyên din yên Kurdistana Rojava di nava vê hêzê de cih bigirtan.

Ya rast pêwiste îro jî bi vê gavê PYD ji xeletiya xwe vegere û li ser bingehek Kurdistanî yakitiyekî li gora prensibên peymana Hewlêr pêkbîne. Hemû hezên xwe yên çekdar bikin yek. HSDê belav bike û dewsa wê de Hêza Kurdistanî bê avakirin. Divê çekdarên PYDê xwe ji aliyê Ereban bidin aliyekî û li Kurdistanê cih bibin û hemû Kurd bi hevre xaka Kurdistana Suriye biparêzin.

Eger ev şer şerî Kurdaye û ji bo Kurdistanê ye divê ev bê kirin. Wek din ne erka kurdaye ku xaka Suirye li himber kesekî biparêzin.

Ji ber ku Kurd şer dkin, kurd têne kuştin û Kurd koçber dibin. Gerek di şerî li dijê DAÎŞê de helwesta Kurdistana Başûr bibûya nimûneyek berbiçav. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tu cara neçûn deverên wek Feluca yan jî cihên din yê Ereban şerê DAÎŞê nekirin. Li ser xaka Kurdistanê şer kirin. Gerek PKKê jî li Rojavayê Kurdistanê ev bikira. Lê mixabin nekir. Encamê siyaseta şewt Kurdistan tê dagirkirin û axa Kurdistanê ji dest diçe. Ji xwe niha bi siyaseta xelet a PYDê, nifusa Ereba li Rojavayê Kurdistanê gelek zêde bûye. Niha jî Tirk di piştî vê êrîşê benaberên Ereb li herêmê cih bike.

Yanî bi Kurtahî hemû malwêranî behra Kurdaye. Divê PYD bi xwe siyaseta xwe biguhere û siyasetek Kurdistanî rêve bibe û xwe ji aliyê Ereban vekişîne û tenê li gel hêzên din yên Kurdistanê di bin Ala Kurdistanê de parastina xaka xwe bikin.

Nabe wek şerê li dijê DAÎŞê Kurd, li Dêrezorê Reqayê deverên din yê axa Ereba li himber Tirkiye bisekinin. Divê li Serêkaniyê, Amûdê , Dirbêsiyê, Qamişlo û her deverek ku Kurdistan tê navkirin şerê li dijê dagirkera bê kirin.

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button