Civak

Divê kurd serjimêriya giştî bi erkekê netewî bizanin

Dibe gelek ji xwandevanan agehdarin ku li roja 24/10/ 2010 pirosêsa serjimêriya giştî ya danîştivanan li Îraqê û Kurdistanê dê bihête encamdan, ku berî niha ev pirosêse ji aliyê hikûmeta bexda ve bo maweyekê dirêj hatibû paşxistin. Ji egerê hindek siyasetên ne rewa ji aliyê qewarên siyasî yên erebî ve di bersivên kêşeyên hawlatiyên îraqî de bi giştî û Kurdistanê bi taybetî. Ev pirosêse çendîn cara hate paşxistin, carekê bi hêceta qeyiranên asayşî yên aloz ku îraq piştî ruxandina rijêma be`is têda jiyay, careka dî ji ber tirsa alozkirina pirosêsa helbijartina bûrî.

Piştî evê çendê, diyar bû ku biriyarên paşxistina serjimêriyê bitinê biriyareka milmilanê bû di gel pirsa miletê kurd li Îraqê bo bicihînana madê 140 û mesela Kurdistaniyeta Kerkûkê û girêdaye bi çendîn pîlanên hatine danan ve ji aliyê çend giropên siyasetmedarên Îraqê bo paşxistina serkeftina kurdan li Îraqê. Lê bo van giropan hemûyan diyarbû ku bitinê kurd xudan siyaseteka aşikira û cêgîrin bo rêka avadankirina welatekê serkeftî bo hemû hawelatiyên xo.

Li vê serjimêriya giştî ya danîştivanên Îraqê pitir ji çil pirsiyarên cure û cur li ser xêzanê dihêne arestekirin. Eve jî pêzanîn û datayên girîng dixine hemberî hemû cihên peywendîdar; bo diyar kirin û pitir têgehiştin bo heman pirsên nîştmanî, aburî, civakî, komelayetî û bo danana pilanên zanistî û stiratîcyên pêdivî bo avedankirinê salên bihên. Divê pişkdariya hikûmeta herêma Kurdistanê û hawelatiyan di vê pirosêsê de bi şêwekê berçav û rêkûpêk be; ji ber ku dibe yekemîn car bo evan dezgayan û bo vî xelkê Kurdistanê ku di evan renge pirosêsên civaknasî de beşdarbe, ew jî her deh salan carekê ye û renge hindek caran ji ber bareduxê taybet bi serive biçe û her bîst salan carekê bihête kirin, weku haletê Kurdistanê ku her ji sala 1987 were û ta evro serjimêriya giştî nehatiye encamdan.

Ji ber vê çendê divê encamên evê pirosêsê bihêne niyasîn û helsengandineka berfireh bihête encamdan. Ev pirosêse ya girînge bo hemû xelkê Kurdistanê û paşeroja me, lewma gelek ya girînge ku xelk bi erkekê netewî vê derfetê bibîne û divê bi şêweyekê giştî pêzanînên dirust bidin û xelkê awarebûy ji deverên veqetiyay li vê rojê bizivirine cihên xwe yên xwecih, daku mafên wan li van deveran nehêne berzekirin.

 

Dr. Viyan Sebrî Akireyî/Evro

Back to top button