CîhanRojev

Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek

Zimanzan, fîlozof û dîroknasê Amerîkî Noam Chomsky, anî zimên û got ku “Kurd dikarin bibin yek û ji parçebûnê dûr bikevin, xwe ji navenda pirsgirêkên Rojhilata Navîn biparêzin, pêşeroj û çarenûsa xwe diyar bikin”.

Zimanzan, fîlozof û dîroknasê Amerîkî Noam Chomsky, di derbarê Kurd û rewşa wan de dîtinên xwe anîn zimên û got: “Kurd li 4 parçeyan rastî zilm û zordariyê hatine, lê eger bibin yek, dikarin ji bo serxwebûnê rêya aştiyane hilbijêrin”.

Chomsky, bal kişand ser wê yekê ku Amerîka jî wek welatên din ên bihêz giringîyê nade mafên mirovan û demokrasîyê, lê li berjewendîyên xwe dinêre û got: “Ji ber vê yekê ew armanc dikin ku bi berdewamî hêz û hegemonyaya xwe ku Iraq jî di nav de ye, zêde bikin. Girîngîyê didin berjewendîyên xwe, ne berjewendiyên gelê Iraqê”. 

Chomsky, da zanîn ku Kurd li 4 parçeyan hatine çewsandin, divê nakokiyên xwe bidin alîyekî û ji bo armancên xwe rêyek hevpar hilbijêrin û wiha dewam kir: “Çavkanîyên welatên ku Kurd lê hatine dabeşkirin cuda ne, bo nimûne rewşa Iraqê ji Tirkîyê cuda ye û çarçoveya Tirkîyê ji Sûrîyê cuda ye. Lê divê hemû di yekîtî û gotûbêja xwe de bibin yek, li dijî vê zextê bisekinin û ji bo serxwebûnê rêyek aştiyane bibînin. Kurd li Iraq û Sûrîyê hinekî serbixwe ne, lê rewşa wan li Tirkîyê aloztir e û tekane rêya derbaskirina dema zordestiyê yekîtî ye”.

Back to top button