
Ji 1925 hetanî 1938an, şev û roj şer, kuştin, komkujî û sêdar ji ser serê Kurdan kêm nekirin. Di van 40-50 alên dawîn de jî, jixwe diyar e ku Komara Tirkiyê çi aniye serê Kurdan.

Zeynelabidin Zinar
Roja 14ê Gulana Îsal, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê du hilbijartin di eynî rojê de çêbûn. Yek, a prlemanê bû û ya din jî ya serokê dewletê bû.
Piştî hilbijartina 14ê Gulanê, gelek parlemanên berê li derve man. Lê hilbijartina Serokkomarê Dewletê negeha encamê û di hilbijtina 28ê Gulanê de, dîsa Receb Teyib Erdogan qezenc kir.
Erdogan piştî ku dest bi karê xwe kir, wezîrtiya derve da Haqan Fîdanê kurê melayekî Kurd ku serokê asayîşê (MÎT) bû. Herweha cihê ku ji Fîdanî vala bû jî, da Îbrahîn Qalinê Xinûsî ku berdevkê hikûmetê bû.
Îro li Tirkiyê çu kes, mîna Haqan Fîdan û Îbrahîn Qalin bi vê rewşa lawaz a Tirkiye û gelşên li Rojhilata Navîn nizane. Herweha pirsgirêka Kurd û Kurdistanê jî, di berîka wan herdu kesan de ye.
Diyar e ku Tirk di pêvajoya mêjû de bê alîkariya Kurdan, hertim berepaş çûne û ax wenda kirine. Lê çi dema ku bi Kurdan re biratî kirine, berepêş çûne û di gelek waran de qezenc kirine.
Wek mîna: Sal 1071 20 hezar şervanên Dewleta Kurd a Meyafarqîn û 5 hezar şervanên Selçûqî, Împeretoriya Romayê bindest kirine. Herweha sala 1514 Mewlana Îdrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bû Yawuz, bi peymana Amasyayê biratiya Kurd û Tirk avakirine, di eynî salê de jî Împeretoriya Persê bindest kirine û berfireh bûne.
Lê dema ku Jor Turkan xwes ku mîrên Kurdan ji holê rakin, Osmaniyan ax wenda kir, wenda kir û kir, tenê 350 hezar kîmometre çarkoşe bi navê welatê Tirkan maye, ew jî bê keviyên bêderyayê.
Diyar e ku Mistefa Kemalê Makedonî bi pasaporta Ingilîzan ji Stenbolê çûye bajarê Îzmîrê. Lê bi Konferansa Lozanê re dema ku 8 parêzgehên Kurdistanê wek diyarî dane Ermeniyan, Kurd û Tirk bêgav mane ku dîsa wek berê hevkariya biratiyê bikin û kirin jî. Axaftina MIstefa Kemalî ya pêşî di parlemanê de ev bûye: ”Ev dewlet ya Tirk û Kurdan e.”
Lê belê piştî ku Misto girêka xwe li pişt heçî xist, navê Kurd û Zimanê Kurdî jî qedexe kirin. Jixwe Bakûrê Kurdistanê jî wek diyarî daûne Tirkiyeya nû û axa wê bû 780 hezar kîlometre çarkoşe.
Çare ji Kurdan re nemabû, ten berxwedan mabû.
Ji 1925 hetanî 1938an, şev û roj şer, kuştin, komkujî û sêdar ji ser serê Kurdan kêm nekirin. Di van 40-50 alên dawîn de jî, jixwe diyar e ku Komara Tirkiyê çi aniye serê Kurdan.
Bêguman diyar e ku di van çend salên dawîn de rewşa Tirkiyê di qada navnetewî de pir lawaz û aloz bûye. Ew rewş eger wisa berdewam bibe, wê karesatên pir mezin werin serê Tirkiyê û Tirk wek dewlet nema kare xwe biparêze.
Di vê hikûmeta nû a Tirkiyê de ku du kurdên wek kilîda man û nemana dewletê ku hatine vebuhtîkirin, gelo dê ew çewa karibin Tirkiyeyê ji wan rewşên aloz rizgar bikin?
Diyar e ku rizgarkirina Tirkiyê ji wan aloziyan, kilîda yekemîn çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ye.
Dibe ku dewlet ders ji wan şaşî, çewtî û kiryarên hovane yên di Sedsala Bîstî de ku bi Kurdan kiriye wergirtibe û dîsa wek hevkariya 1071 û 1514, hevkariyeke nû ya biratî û hevkariyê bi riya van du Kurdên kilîl di vê sala 2023yan de jî bike.
Eger dewlet ji bo hevkariyeke wisan amade be, herweha eger dewlet bi helwesteke rasteqîne bilipike, axa Kurdan li dora 700 hezar km çarkoşe ye û tê de hemû cûre kan henên pirtexlît hene ku wê hesingeriya dinyayê bidin şixulandin. Li hemû çiya û dolên Kurdistanê çavkaniyên ava xwezayî hene. Wek mînak, ew bexçeyê bi navê ÎREMê ku Xwedayê mezin pesnê wî di Qurana pîroz de daye û behişta xwe jî pê şûfandiye, navenda Kurdistanê bi xwe ye.
Bi kurtî ger bête gotin, ew Kurdistana ku hewqas rengîn e, ev Neteweyê Kurd û hewqas camêr, dilovan û mirovperwer e, di pêşerojê de wê dibin qadeke wek behişta Dinyayê û xwedîtî li hemû belengaz û bindestan bikin.
Xwedayê mezin ya bi xêr bike…
07/ 06/ 2023