Nivîsar

Divê kurd ji aliyê xwe bin

Li Tirkiye hewldana darbeya leşkerî li ser neket. Bêguman her darbe demokrasiya ku biçek bê jî heyî ji holê radike. Ji hemûyê girîngtir darbe rêyek ne meşru ye û ji bo vê jî piraniya cara darbe li himber kî be jî, kesayetên demokrasiyê diparêzin li himber derdikevin. Ev helwest nayê wateya ku mirov pişgiriya dezgehê darbe li dij hatî kirin dike.Li Tirkiye jî piştî hewldanê piraniya partiyên Kurdistanî li dijê darbeyê derketin. Naveroka dijderketina darbeyê li gora her hêzekî dihata guhertin. Lê ya girîng helwestek hebû.Du rojên ewil çelakiyên çekdarî yên PKKê sekinin. Lê piştre cardin dest çalakiyên xwe yên çekdarî kir. Ev yek jî xalek balkêş e.Ji xwe di serî de kiryarên PKKê yên li Kurdistanê vekirî zererek mezin da miletê kurd û bajarên Kurdistanê. Bi hezaran ciwana jiyana xwe ji dest da, gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê wêran bûn. Ji hemûyê girîngtir niv milyon kurd di welatên xwe de bûn benaber.Piştî têkbirina hewldana darbeyê li Tirkiye pêvajoyek nû destpêkir. Dewlet ji nû ve tê reorganîze kirin. Heta niha nêzikî 50 hezar karmend ji dezgehên dewletê hatin avêtin. Di nava wan de piranî kesên xwedî postên bilin bûn. Destura mamustahiya 21 hezar mamusta ji wan hate vegirtin. Heta niha hemû dezgen sivil yên ku di destê aligirên Gulen de hatin girtin. Di vê çerçovê de; 15 zaningeh, 35 nexweşxaneyên taybet, 934 dibistan, 109 cihên ku xwendevan lê diman, 104 waqif, 1125 komele û 19 sendika hatine girtin. Her tişta ku bêhna cemaeta Gulen jê tê li Tirkiye û Kurdistanê dewlet dest datînê ser.Li Tirkiye û Kurdistanê rewşa Awarte hate ragihandin. Hukumet da xuyakirin ku ev li dijê Dewletê û cemaeta Gulen hatiye ragihandin. Lê bivê nevê dê bandora xweli jiyana xelkê ya rojane bike.Di vê pêvajoya hesas ku Tirkiye têre derbas dibe, divê kurd aliyê kîbin? Helwesta Kurda çibe? Ev herdu xal gelekî girîngin. Dema pirsa van herdu pirsa bi zelalî bê dayin dê kurd bi xwe behtir bikaribin li gora berjewendiyên xwe yên netewî tevbigerin.Ji berî her tiştekî kurd, divê aliyên xwe bin. Rewşa heyî baş bê nirxandin û partî û aliyên Kurdistanî li gora berjewendiyên netewî bibin xwedî helwest. Eger wek her tiştekî kurd berjewendiyên xwe bingeh bigrin û siyaseta xwe li gora vê kifş bikin dê bikarin feydê ji hemû rewşa bigrin û her bûyera ku pêktê bêxin di xizmeta berjewendiyên netewî de.Taybetî ew aliyên behsa demokrasiya Tirkiye dikin, her çikas di gotinên xwe de ne duristbin jî û ne xwedî biryarbin jî barek mezin dikeve di stuyê wan de.Ev pêvajoya nû li Tirkiye destpêkirî ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê hinek firsetên siyasî dertêxe holê. Lê pirs ewe ku dê kurd heta çi radeyê berjewendiyên netewî bidin pêş û siyasetê bikin. Yan jî bibin dîlê hinek îdeolojiyên xwe yên tenk.Nûçe /analiz-Rojevakurd

Back to top button