Kongreya Neteweyî, hêvî û armanca bi dehan salan ya miletê kurd û kurdistaniyan e. Di dîroka Kurdistanê de, yekitî wek birîneke ku rehet nebûbe, wek kuleke giran, her dem di rojeva kurdan de cîhekî giring girtiye. Lê mixabin ku kurd di vê mijarê de ne biserketî ne. Ji ber wê jî kîjan gava ku li derekê ji bo yekitiya neteweyî  gavek bê avêtin jî coşek, geşek û heyecanek di nav miletê me de peyda dibe. Ev Kongreya ku ew ê di 24ê tebaxa 2013an de li Hewlêrê bê lidarxistin jî, bi wî hestê neteweyî  bala miletê me dikşîne, heyecanekê  pê re çêdike.

Kongreya Neteweyî bi dehan sal in ku di rojevê de ye, lê ev nêzîkî du salan e ku hîna bêtir tê minaqeşekirin. Û piştî banga Serokê Herêma Kurdistana Iraqê rêzdar Mesûd  Barzanî, di 22yê meha tîrmeha 2013an de, ji  her çar perçeyên Kurdistanê bi beşdarbûna partî û rêxistinên siyasî, civîneke amadekariyê hate lidarxistin. Di vê civînê de biryar hat dayin ku Komîteyeke Amadekariyê bê tesbîtkirin û di nava mehekê de jî kongre bê lidarxistin. Em dikarin li ser vê şêweyê hin rexneyên xwe bînin zimên. Beşdarvanên civîna amadekariyê ne bi amadekariyeke ku hemû aliyan li hev kiribin beşdarî civînê bibûn.Di civîna amadekariyê de, ya di 22yê tîrmehê de, hin dezgehên ne siyasî  li ser navê Bakurê Kurdistanê beşdarî civînê bûbûn. Ev kêmasî û xeletiyeke mezin bû ku zêdetir di bin perpirsiyariya hin hêzen siyasî yên bakur de bû. Herweha ji bo kongreyeke bi navê “Kongreya Neteweyî” tesbîtkirina mehekê, wexteke teng, wexteke kêm e û ev dikare bibe sebebê gelek kêmasî û xeletiyan jî.

Şêweya tesbîtkirina amadekaran û şêweya  amadekariyên Kongreyê  jî  bi gelek aliyên xwe ve, em dikarin rexneyan lê bigirin. Lê em çi bibêjin jî nuha êdî vê pêvajoyê dest pê kiriye. Kongreya Neteweyî, wek nav, bi ’’Kongreya Neteweyî ya Kurd’’ tê binavkirin. Em dibêjin ku divê Kongre li gora naveroka xwe, li gora armanca xwe bê binavkirin. Û ew jî divê ‘’Kongreya Neteweyî ya Kurd û Kurdistanê’’ be.

Ji ber ku ev ne konferansek e, kongre ye, loma jî divê li gorî vî navî û vê naverokê bername û xebatekê bide ber xwe. Mebesta lidarxistina vê kongeryê ne bi tenê ew e ku danyin û stendin, şêwirandin û xurtkirina têkilîyên hêzên siyasî yên kurdistanî ye. Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî jî di civîna 22yê  hezîranê  de armanca Kongreyê bi van gotinan anîbû zimên: ’’Armanca me ya sereke ya vê kongreyê ji wê yekê pêk hatiye ku hemû aliyên siyasî yên kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bibin xwedî gotar û stratejiyeke hevbeş ku li ser bingeha gîhandina peyama aştî û pêkvejiyana gelên navçeyê de avaker be.’’ Ango hedef û armanca vê Kongreyê gelek mezin e. Ji ber vê yekê jî divê gotin, helwêst, kiryar û şêweyên hûnandina vê armancê jî li gor naveroka wê bin. Helbet gelek sebebên navxweyî, herêmî û navneteweyî hene ku tesîrê li pêkanîna Kongreya Neteweyî dikin. Hin sebep hene ku ji aliyê neyênî tesîrê lê dikin, hin sebep jî hene ji aliyê erênî  tesîrê  lê dikin. Lê divê hêzên neteweyî  yên her perçeyên Kurdistanê, li gel hemû van sebep û kêmasiyan jî, karibin Kongreyeke  berhemdar, Kongreyeke  li ser  nirxên neteweyî, Kongreyeke ku di dîroka welatê me de bibe bingehekî esasî pêk bînin.

Pirsa kurd û Kurdistanê

Kurd miletekî herî qedîm e ku bi hezar salan e li ser axa xwe, li Kurdistanê, li rojhilata navîn dijîn. Bi hemû zaravayên xwe, bi kultur û adet û kevneşopiyên xwe, bi hezar salan e ku liberxwe dide, hebûna xwe diparêze.

Kurdistan û miletê kurd bêyî îradeya xwe, ji aliyê dewletên dagirker û hêzên navneteweyî  ve hatine perçekirin. Perçekirina kurd û Kurdistanê, neheqî û bêedaletiyeke tarixî û navneteweyî ye. Herweha, ev êrîş binpêkirin û perçekirina îradeya miletê kurd e.

Miletê kurd bi salan e ku (li her çar parçeyan jî) li dijî zor û bindestiyê berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û hebûna xwe ya neteweyî berdewam dike. Têkoşîna azadî û rizgariyê, bi ked û têkoşîna siyasî, leşkerî, rewşenbîrî, demokratî, diplomasî, edebî û bi şehîdbûna sedhezaran şervan û sivîlên kurd, bêwestan heta îroj hatiye. Vî miletî bi dehan jenosîd û qetlîam û enfalên wekî Amed, Agirî, Dêrsim, Mehabad, Barzan, Qamişlo, Helepçe dîtine  ku bi sedhezaran kurd ji aliyê mêtingehkar û dagirkeran ve hatine şehîdkirin.

Ew têkoşîn û barxwedana bi rêxistinên xwe û bi rêberên wek Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî geş bûye ku İroj li ser axa perçeyekî welatê me, ango li Başûrê Kürdistanê bi avakirina Dewleta Federal û bi hildana alaya rengîn gihîştiye asteke bextewar, asteke bilind. Herweha li Rojavayê Kurdistanê berxwedan û serîhildana miletê me, coş û hestên me yên neteweyî bilind û xurt dike. Li Bakurê Kurdistanê  ji serîhildana bedirxaniyan û heta îroj, bi têkoşîna miletê me ya bi dehsalan, bi xwedîlêderketin û beşdariya bi milyonan ya kurd û kurdistaniyan, bi xwîn û keda bi dehhezaran şehîdan, rehên dara azadiyê li temama bakurê welatê me belav bûye. Li Rojhilatê welatê me, têkoşîn û berxwedana bi dehsalan ya miletê me ji bo azadî û rizgariyê dide, her berdewam e. Neviyên Simko û Qazî Mihemedî  bi her cûreyê têkoşînê de xebata xwe berfireh dikin.

Kurdistan ji aliyê etnîkî, olî û mezhebî ve welatekî pirreng û pirkualturî ye. Kurdistan welatê hemû kurdan e; çi kurmanc, çi soran, çi dimilî, çi goran… Kurdistan baxçeyekî etnîkî, olî û mezhebî ye. Asûrî-keldanî, ermenî, tirkmen, ereb, misilman, elewî, şiî, xiristiyan, êzidî, yarsanî, zerduştî, mûsewî… Hemû jî beşên vî baxçeyî ne ku ew ji gulên rengîn pêk tê. Pirsa kurd û Kurdistanê pirsa hemû rengên etnîkî, olî, mezhebî û civakî ye ku ew li Kurdistanê dijîn. Azadiya kurd û Kurdistanê jî her weha, azadiya hemû etnîsîte, ol, mezheb û beşên civaka Kurdistanê ye.

Kurdîstan  welatekî  parçekirî ye. Ji ber gelek sebeban her parçe xwedî şert û mercên taybet û cûda ye. Karekterên dewletên dagirker, peywendiyên  wan ên navneteweyî tesîrên cûda li ser miletê me jî kiriye.

Ev rastîya milet û welatê me, rastîya Rojhilata Navîn û rastiya navneteweyî di warê têkilî, yekitî û piştgiriyên dinê de, di nav her çar perçeyan de gelek caran bûye sebebê hin astengî, nexweşî û zehmetiyan. Lê li gel hemû  astengî û pirsgirêkan jî, her dem alîkarî, dayin û stendin û piştgiriya di navbera  perçeyan de  berdewam  kiriye. Miletê me li hember dijmin û dagirkeran, her bi yek hest û ruhê neteweyî li hevdu bixwedî derketine.

Guhertinên li dinyayê, çi erênî û çi nêyênî, tesîrên gelekî mezin li rêveçûna pirsa kurd û Kurdistanê kirine û dike. Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn, şerê sar, perçebûn û bindestiya welat û miletê me kûrtir kiriye. Îrade û qedera welatê me û ya miletê me, di nav lingên dagirkeran û herweha yên hêzên mezin ku dinyayê  îdare dikin de, hatibû pelçiqandin û tunekirin. Kuştin, qirkirin, asîmilasyon, înkar, îmha û hemû kiryar û bûyer li ber çavên dinyayê hatibûn kirin. Gelek caran dinya li hemberî van neheqiyan bêdeng maye û kerr û lal bûye. Lê piştî têkçûna sîstema ku li ser esasê şerê sar ava bûbû, piştî ku berjewendiyên  dewletên mezin û Saddamî li hev nekirin, piştî stratejiya van dewletan ya Rojhilata Navîn hate guhertin, ew qedera miletê me ya bêsiûd hêdî hêdî  hat guhertin. Êdî bayê dinyayê  ber bi berjewendiyên miletê me ve fûriya. Êdî ew berxwedan û têkoşîna miletê me ya li çar perçeyan, li dinyayê deng veda. Êdî dengê miletê me hate bihîstin û ji aliyê dewlet û miletan ve xwedîlêderketineke berbiçav dest pê kir.

Divê em bi şêwe û usûlên xebata xwe, bi rêxistin û siyaseta xwe karibin li dinyayê dijminên  xwe kêm û dostên xwe zêdetir bikin. Her weha  pêwist e ku têkilîyên bi gelên li Tirkiyê, li Iraqê, li Sûriyê û li Îranê dijîn re jî li ser bingeha rêzgirtina hevdu, li ser bingeha azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê  bêne damzrandin û divê li ser vê bingehê siyaseteke neteweyî  bê meşandin. Divê îroj miletê kurd, li her çar perçeyan jî bi awayekî azad, li ser axa xwe û li ser bingehê wekhevîyê li gel hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn xwe û welatê xwe îdare bike.

Azadî û rizgarî, berî her tiştî, bi yekitiya neteweyî ve girêdayî ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê divê kurd û kurdistanî bikare yekitiya xwe pêk bînin, bikare îradeya xwe bikin yek. Wek pêşiyên me jî anîne zimanî, sebebeke esasî ya nebiserketin û nedewletbûna miletê kurd ew e ku bêtifaqî û pêkneanîna yekîtiyê ye. Heger îroj li Başûrê Kurdistanê dewleteke me hebe, li gel berjewendî û siyaseta nû ya dewletên mezin, para yekitî û tifaqa siyasî û neteweyî ya miletê kurd jî pareke esasî ye. Ev nimûne ji bo temama Kurdistanê nimûneyeke bingehîn ya serkeftinê ye. Belê, yekitiya neteweyî û  Kongreya Neteweyî jî ji ber vê pêwistiyê û ji ber vê rastiyê her dem di rojeva miletê me de cîhekî giring girtiye. Li gel hemû  kêmasî  û xeletiyên amadekariyê jî, Kongreya Neteweyî ya ku li Hewlêrê tê  lidarxistin, heyecanekê, coşekê û hêviyekê dide hemû kurd û kurdistaniyan. Daxwaz  û  armanca me jî ew e ku Kongre karibe bibe bersîva vê hêviyê.

 Wazîfe û rola Kongreya Neteweyî

Kongreya  Neteweyî di demeke nazik û tarixî de dicive. Di dîroka Kurdistanê de şerd û mercên dinyayê, yên miletê me û yên herêma me, tu carî weke vê demê kurd nêzîkî azadî û rizgariyê nekiriye. Îroj, qeder û siyaset û xebata her çar perçeyan, bi  her awayî ji her demê zêdetir nêzîkî hevdu  bûye û ji her demê zêdetir tesîrê li hevdu dikin. Û îroj ji her demê zêdetir pêwistiya hemahengî, ya dayin û stendinê, ya têkilî, yekitî û piştgiriya her çar perçeyên  Kurdistanê weke wazîfeyeke dîrokî li pêş hemû  kurdan  û kurdistaniyan e. Kongreya  Neteweyî divê bibe bersîva vê pêwistiyê.
Kongreya Neteweyî, dikare di van çend xalên esasî de rol û dewra xwe bi cîh bîne.

1- Divê Kongre bi tenê nebe kongreyeke hêzên siyasî yên neteweyî. Divê Kongre temsiliyeta hemû beşên civaka kurd û Kurdistanê yên her çar perçeyan bike. Îradeya hemû rengên etnîkî, olî, mezhebî; hemû  beşên siyasî, aborî, rewşenbîrî, civakî û sivîl di kongreyê de bên temsîlkirin. Dîvê jin -ku nîviyê civatê temsîl dikin-, li gorî nîsbeta xwe ya di nava civakê de, di vê kongreyê de jî bên temsîlkirin. Gencên Kurdistanê divê ji nuha ve bi temsiliyeteke  berbiçav, li qedera xwe xwedî  derkevin. Kongreya Neteweyî, divê  îradeya civata kurdistanî ya li Ewrûpayê, li Qafkasyayê û ya li deverên  din yên dinyayê  jî himbêz  bike.

2- Divê beşdarên  Kongrê  li gorî nifûsê, li gorî xusûsiyet û rastiyên her perçeyekî bi hejmareke maqûl bên tesbîtkirin. Divê Komîsyona Amadekar hewl bide ku ji ber hin sedemên teknîkî  û yên dinê, tu kes xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne. Bila tu xeletiyên amadekariyê nebin sedemên tengkirin û qelskirina Kongreyê.

3- Divê Kongre meclîsekê û meclîs jî rêveberiyekê ji bo xwe helbijêre û bername û rêbazeke xebatê ji bo xwe çêbike. Divê destûreke navxweyî ji bo kongreyê, ji bo meclîsê û ji bo rêveberiyê amade bike ku hemû beşdarên kongreyê wek qanûna esasî ya navxweyî qebûl bike.

4- Divê Kongre di qada navneteweyî de bibe deng û temsîlkara mafê  neteweyî yê miletê kurd û Kurdistanê. Wek her miletekî dinyayê, mafê çarenûsî ê miletê kurd jî hey e. Mafê xwe yê li ser axa xweîdarekirinê heye. Li her perçeyê Kurdistanê, li ser bingehekî wekhevî, edalet û azadiyê; divê hemû mafên neteweyî û civakî yên miletê kurd û kurdistaniyan bi rêyên meşrû werin daxwazkirin.

5- Divê Kongre şerê birakujiyê wek sûcekî neteweyî îlan bike. Û  di derbarê vê meseleyê de divê desthilatdarî  û mafê kongreyê  hebe ku wan kesan ceza û mahkûm bike ku ew alîkariya vî sûcî bikin.

6- Divê Kongre komîsyonên taybetî damezirîne ku ew ji bo têkilî û xebatên aborî, siyasî, zimanî, kulturî, olî, mezhebî, hunerî, perwerdeyî, dîplomasî, ekolojî, gencan, jinan, zarokan, huqûkî, îdarî, zanistî, teknolojiya, dîrok, spor, ragihandin, weşangerî  û civakî bin. Ji bo pêşdebirina yekitiya neteweyî  divê di her warê jiyanê de rê li ber dayin û standineke berfireh bê vekirin.

7- Divê Kongre li ser esasê ku her perçeyek hurmetê li îradeya perçeyên dinê  bigre, esasên peymaneke neteweyî  damezrîne. Û divê ev peyman ji bo hemû kurd û kurdistaniyên ku li dinyayê dijîn bibe qanûna esasî û bingehîn. Her weha divê ev peymana  bibe peymana alîkarî, piştgirî û xwedîlêderketina hemû kurd û kudistaniyên dinyayê.

8- Divê Kongre ji bo têgihîştineke neteweyî  ya di navbera hemû  zaravayan de û her weha di navbera perçeyên Kurdistanê de bernameyeke taybet damezrîne û ji bo standartîzekirina zimanê kurdî bi rê û rêbazên zanistî xebateke berfireh dest pê bike.

9- Divê Kongre daxwaz bike ku di Yekitiya Neteweyan (UN) de, di Yekitiya Ewrûpayê de, di Yekitiya Dewletên Îslamî de û di dezgehên navneteweyî yên din de wek milet û wek welat bê temsîlkirin. Her weha divê li her perçeyê  Kurdistanê û li her deverê dinyayê temsîlkarê wê hebîn.

10- Divê Kongre nexşeya Kurdistanê, alaya Kurdistanê û sirûda neteweyî  ya Kurdistanê wek peymaneke esasî tesbît bike û ev Peymana Bingehîn ji bo hemû kurd û kurdistaniyên li dinyayê dijîn bibe bingeha yekitiya neteweyî.

11- Divê Kongre Muzeyeke Neteweyî damezrîne ku hemû kelepûr, berhem, folklor, edebiyat, kultur, têkoşîn û xebatên berxwedana milletê me tê de bêne pêşandan. Divê jiyan û xebata hemû rêberên kurd yên her çar perçeyan, di vê Muzeyê de bê pêşandan.

12- Divê Kongre biryarê bide ku hemû kurd û kurdistaniyên li dinyayê dijîn, li gor bernameyeke tesbîtkirî, grûp bi grûp bên Dewleta Federal ya Kurdistana Başûr ziyaret bikin. Bila Dewleta Federal ya Kurdistana Başûr jî ji bo pêkanîna vê bernameyê hemû îmkanên xwe seferber  bike.

13- Divê Kongre komîsyoneke taybet ji bo xazî û şehîdên  Kurdistanê  damezrîne û ji bo alîkarî û lêbixwedîderketina wan û malbatên wan bernameyeke taybet amade bike.

14- Divê Kongre biryarê bide ku salê carekê Olîmpîyateke Neteweyî ya Sporê  bê lidarxistin ku hemû sportvanên  kurd û kurdistanî yên li dinyayê dijîn beşdar bibin. Ku ew jî nuha dikare li Başûrê Kurdistanê pêk bê.

15- Divê Kongre biryarê bide ku di her Newrozê de, li her aliyê dinyayê Newroz bi organîzasyona Kongreya Neteweyî bê pîrozkirin.

16- Divê Kongre rojekê wek roja Yekitiya Neteweyî îlan bike. Wek nimûne,  roja îlankirina Kongreya Neteweyî dikare bibe navê vê rojê. Û li her aliyê dinyayê, her sal ji aliyê Kongreya Neteweyî ve ev roj divê bê pîrozkirin.

17- Divê Kongre di 8ê Adarê de, her sal, li her derê dinyayê û di bin alaya Kurdistanê de, roja jinan pîroz bike.

18- Divê Kongre ji bo danasîn û xwedîlêderketina rêber û xebatkarên di her warê  jiyanê de, yên kurd û kurdistanî, bernameyeke taybet damezrîne.

19- Divê Kongre ji bo serkevtina milletê me yê li Rojavayê Kurdistanê bernameyeke taybet ya neteweyî û yekgirtî diyar bike û piştgiriyeke piralî bide berxwedana gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê.

20- Divê Kongre ji bo pirsa kurd û Kurdistanê ya li Bakurê Kurdistanê bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bibe helwesta xwe aşkere bike û piştgiriya hewldanên heyî yên ji bo rawestandina şerî bike û bangî dewleta Tirkiyeyê jî bike ku di vî warî de gavên pêwîst bavêje.21- Divê Kongre li ser bingehê yekitiya neteweyî, ji bo xurtkirina têkoşîna kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bernameyeke piştgirî û hemahengiyê damezrîne.

22- Divê Kongre biryarê bide; tu têkilî û berjewendîyên tu partî, tu dezgeh û perçeyên Kurdistanê çênabe ku li dijî peymana neteweyî be. Çênabe ku vê peymanê, vê yekitiya neteweyî têk bide. Kongreya Neteweyî divê karibe helwêst û kiryarên li dijî yekitiya neteweyî wek sûcekî  îlan bike û mehkûm bike. Divê rê û rêbazek ji bo vê bê damezrandin.

Ji bo ku Kongreya Neteweyî karibe yekitîya neteweyî bihûne û karibe hêvîyên miletê me geş bike, beriya her tiştî, hemû alî û beşdarên Kongreyê divê li gorî biryar, armanc û xebatên Kongreyê tevbigerin û van biryarna bike esasê xebat û têkoşîna xwe. Biryar û bernameyên ku ji aliyê biryardarên Kongreya Neteweyî ve bên stendin, heger di jiyanê de bi cidiyet û bi bawerî pêk neyên, wê rêz û hurmet û grîngîya Kongreyê jî, ya damezranêrên wê jî di nav milletê Kurd de ne li gor wî navî û wê hêviya jê tê kirin be…….

15.08.2013

KOMÎSYONA DÎYALOGÊ YA Jİ BO PROJEYEKE SiYASÎ YA NÛ

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: