Dema lidarxistina Kongreya Neteweyî hê ne diyar e
Hewlêr: Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, dema kongreyê di nav xwe de zelal kiriye lê hê ranegehandiye. Dema lidarxistina kongreyê, wê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re bê eşkere kirin. Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, civîna xwe ya asayî duh heta derengê şevê lidarxist.
Hat zanîn ku di civînêde li ser mijarên; dema lidarxistina kongreyê, encamên xebatên komîsyonê, dabeşkirina hejmara delegeyan li gor her çar parçeyên Kurdistanê û komîteya biçe Rojavayê Kurdistanê hatine nirxandin. Di civînê de, Komîteya Amadekar dema kongreyê zelal kir û bi civîneke çapemeniyê wê ji raya giştî re bê eşkere kirin.
Di vê derbarê de Endama Komîteya Amadekar Nîlufer Koç ji DÎHA’yê re axivî û got, “Me xwest civîna xwe bi taybetî bi giyana vejînê ya 15’ê Tebaxe lidar bixin. Ji ber bendewariyên ji Kongreya Neteweyî ya Kurd, em xebatên xwe yên ji bo bersivê bide van bendewariyan, di asta herî bilind de dewam dikin. Wek Komîteya Amadekar me biryar da ku bi civîneke çapemeniyê ya bi beşdariya tevahiya civata kongreyê, dema kongreyê ji raya giştî re eşkere bikin.”
Endamekî din ê komîteyê Dr. Kemal Kerkukî jî der heqê civîna Komîteya Amadekar de daxwiyaniyek da û diyar kir ku dema kongreyê ya hatiye zelalkirin wê bi civîneke çapemeniyê were eşkerekirin. Kerkukî ragihand ku xebatên amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd berdewam in.