Divê ji bo avakirina Kurdistaneka bihêz û geş gava bavêjin

Serok Barzani  bi minasebeta hatina cejna Newrozê peyamek belav kir. Barzanî dibêje: Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkekî nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sitemkaran û dijwariyan da bûye.

Peyama serok Barzani:


Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta cejna neteweyî ya Newrozê û hatina bihar û nûbûna xweza û sirûştê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên xweşdivî yên Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkekî nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sitemkaran û dijwariyan da bûye. Xelkê Kurdistanê di heyama salên derbasbûyî de di şerê dijî terorîstan û li beranber zulma neyaran û kêşe û qeyranê xweragir bûne û ew xweragiriya wan cihê rêzê ye.

Cihê xwe ye li vê helkefta neteweyî da daxwaz ji hemû aliyan bikim wekî wefayek ji bo xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê, pêşkeftin û parastina Kurdistanê bikin ewlewiyeta karên xwe. Niha qonaxekî din e li jiyana gelê Kurdistanê da û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwaze ku em berev avakirina Kurdistaneka bihêz û geş gav bavêjin ku li rastiyê da her eve jî daxwaza rastîn ya hemû hemwelatiyên Kurdistane û pêwîst e rêz li wê îradeyê bê girtin. Ji ber ku ew azadî û destkeftên niha hene berhema xwîna şehîdan û xweragiriya xelkê Kurdistanê ye.

Li vê helkeftê da em tekez li ser parastina çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikin û hêviya kûrtirbûna wê çanda bi biha ya gelê Kurdistanê dixwazin. Ji bilî spasiyên min ên ji bo zehmet û keda hêzên Polîs û Asayîşê ya li xizmetkirina xelkê û dabînkirina asayîşê li cejn û helkeftan da daxwazê ji hemû hemwelatiyên xweşdivî dikim parastina jîngehê û xweşikiya welatê me bi erkê xwe yê serekî bizanin.

Hêvîdarim Newroza îsal bibe destpêkek ji bo bexteweriya hemû xelkê Kurdistanê û hêvî dikim vê Newrozê û hemû cejnê din jî bi şadî û di bexteweriyê de pîroz bikin.

Newroza we pîroz û di xêr û xweşiyê da bimînin.

Mesûd Barzanî

20.03.2019”

Nerîna min :