Polîtîk

Serokwezîrê Avusturlayayê bersiva Erdogan dide

Hikûmeta Tirkiyeyê, piştî Yekîtiya Ewropa, Amerîka û cîranên xwe wisa xuya dike ko dê bi Avusturlayayê re jî bikeve di nava krîzê.

Serokwezîrê Avusturlayayê Scott Morrison ji ber axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî ko di salvegera bîranîna 104 mîn a şerê Çanakkaleyê de dijî leşkerên Avusturalyayê kiribû, bang li Balyozê Tirkiyeyê Korhan Karakoç kir. Piştî hevdîtina digel balyozê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Avusturalyayê rexneyên tûnd li Serokomarê Tirkiyeyê girt û ew şermezar kir.

Serokwezîrê Avusturlayayê Scott Morrison:

“Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan gelek êrîşkar e. Erdogan bêxem tevdigere û anzakên me bêrûmet dike. Em gelek dilgiran in. Ez hincetên balyozê Tikiyeyê qebûl nakim.“

Scott Morrison hêvî dike ko Erdogan ji gotina xwe were xwar. Nexwe ewê dijî Tirkiyeyê her cûre gav bavêjin.

Serokwezîrê Avusturlayayê Scott Morrison:

“Divê Erdogan axaftina xwe an zelal bike, an jî divê ji gotina xwe were xwar. Berî ko em gavek biavêjin hêviya bersiva hikûmeta Tirkiyeyê ne. Li dijî Tirkiyeyê hemû vebijêrk li ser maseyên me ne.“

Lê Balyozê Tirkiyeyê wekî ko hikûmeta Avusturalyayê dilgirantir bike dibêje rihê şerê Çanakkaleyê li cem wan her jîndar e.

Balyozê Tirkiyeyê yê Avusturlayayê Korhan Karakoç:

“Me digel Serokwezîrê Avusturalyayê hevdîtinek zelal kir. Rihê Gelîboluyê dê her jîndar be. Tenê dikarim vê bibêjim.“

2 roj berê Salvegera 104 mîn a Şerê Çanakkaleyê bû û Erdogan gotibû di encama şerî de leşkerên Avusturalyayê di nava tabûtê de vegeriyan welatê xwe.

Şerê Çanakkaleyê di sala 1915 û 1916an de li devera Gelîboluyê di navbera dewleta Osmanî û Brîtanya-Fransayê de rû dabû. Hejmarek leşkerên Avusturalya û New Zelandayê jî dijî tirkan şer kiribûn.

Back to top button