Hevpeyvîn

Dive hikumet û mixalefet ji hevdu werin cudakirin

Nivîskar û siyasetmedar Şerefxan Cizîrî bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Realita hişmendiya netewi diyar dike ku Kurd dixwazin di welate xwe de serbixwe bijin, xwedi dewlemendiya xwe derkevin û Kurdistan di nava milete Dinyaye de cihe xwe bigire.

Pirsên Rojevakurd:

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersivên Şerefxan Çizîrî:


Rewşa Kurdistana Başûr pişti hilbijartina heremi û navendi baş diyar bûye. Xeta serxwebunxwaz û netewi di hilbijartinan de biserket. Serok Mesut Barzani  û serkirdayetiya PDK bi serbilindi xeta netewi temsil kirin. Ev xeta hane li seransere Kurdistane olan da û ruhe netewayetiye geşkir. Milete Kurd xeta xainan şermezar kir û xeta netewi ji xelat kir.

Yen ku ditinen berdayi di derbara Barzaniyan de digotin, xwe ji bona posteki firotin İraqiyan. Weke hercar berjewendiyen xwe kesayeti di ser berjewendiyen netewi û demoktatik re girtin. Di ve hilbijartine de kirase wana şemiti û laşe gewr û reş baş diyar bû. Ki malbatparez e, ki heremparez e, ki xweparez e, baş diyar bû.

Li derveyi listiken siyasi û bexiltiye  navxweyi milete Kurd daxwazen  xwe bildilgermi anin ziman. Realita hişmendiya netewi diyar dike ku Kurd dixwazin di welate xwe de serbixwe bijin, xwedi dewlemendiya xwe derkevin û Kurdistan di nava milete Dinyaye de cihe xwe bigire.

Li gora rewşa ku diyar bûye dive hikumet li ser bingehe prensiben demokrasiye were avakirin. Sistema kevn ya ku li ser 50-50 avabıbu dive tek here, dive idare bibe yek, perwerde bibe yek, ekonomi û bac bibe yek, personel li gora liyaqate were girtin, dive dezgehen hikumete navendi bibin, arteş dive bibe yek û  dibin yek fermandariye de xebate bike.

Li diji gendeliye dive tekoşın bekirin, paternalizm dive were şermezarkirin û nirxen dewleteke hemdemi derkevin peş. Ango bi kurt û Kurmanci dive proseseke navendikirina li Kurdistan Başûr destpebike.Her kes li gora jehatbuna xwe, li gora perwerdebuna xwe, li gora pivanen exlaqî bibin xizmetkare milete xwe. Di hemu waran de dive kultureke dewletbune were avakirin.

Disa dive hikumet li ser xizaniye xwedi program be. Dive li welate me em rez ji keda mirovan re bigirin û tegeha hemwelatibûne di nava hişmendiya Kurdan de bidin runiştandin.

Ez dibejim dive hikumet û mixalefet ji hevdu werin cudakirin le di berjewendiyen netewi de yekrezi be paraztin. Weke ku te zanin mixalifbun ji erkeke netewi û demokratik e.

Şerefxan Cizirî

 

Back to top button