Divê hemû pêkhatiyên Kerkûkê di erk û maf de wekhev bin
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê bi fraksiyona Tirkmanî ya li Encumena Parêzgeha Kerkûkê got, ti neteweyek bi tenê nikare rêveberiya Kerkûkê bike. Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku, tirkman pêkhateyek sereke yê Kerkûkê ne û ne girêdayî hejmara nifûsa wan e.Di civînê de Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya pêkvejiyanê û birêvebirina hevbeş a îdareya Kerkûkê di navbera hemû pêkhateyên parêzgehê de kiriye û amadeyiya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di warê aborî û darayî de alîkariya Kerkûkê bike.Nêçîrvan Barzanî herwiha hêvî xwastiye, arîşe û pirsgirêkên di navbera aliyan de bi rêya diyalog û lihevtêgihîştinê bên çareserkirin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê civînê de tekez jî kiriy, ew bi Serkirdatiya Siyasî ya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî re bi hemû awayî pişgtgîrî li karê hevbeş di navbera pêkhateyên Kerkûkê de dikin, da ku hemû bi hev re bikaribin xizmeta parêzgehê bikin.Li gor daxuyaniya Hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî gotiye: “Gerek hemû bi hev re di desthilat, birêvebirin û îdareya Kekrûkê de hevbeş bin.”Herwiha Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, pêwîst e hemû pêkhateyên Kerkûkê di erk û maf de wekhev bin û nabe ti pêkhateyek xwe li ser pêkahteyek din re bibîne û xwe bi ser de ferz bike.Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yek jî tekez kiriye, şanda fraksiyona Tirkmanî ya Encumena parêzgeha Kerkûkê di civînê de tekez li biratî, pêkvejiyan û karkirin ji bo hevbeşî û bi hevrebûnê di navbera hemû pêkhateyan de kir.Hat ragihandin, di civînê de gotûbêj li ser rewşa parêzeha Kerkûkê, şêweya karê encumena parêzgehê, pêwendiya navbera pêkhateyên netewî û olî li wê parêzehê hat kirin.