Polîtîk

Divê hemû aliyek berjewendiyên Kurdistanê li ser her tiştekîre bigre

Bi minasebeta 44.mîn salvegera damezrandina YNKê, polîtburoya PDKê peyamekî pîrozbahiyê arasteyî polîtburoya YNKê kir û daxwaz kir hemû aliyek berjewendiyên bilind ên Kurdistanê ser hemû tiştekî re bibîne.

Di peyama PDKê de tê gotin: ‘’Bi minasebeta  44.mîn salvegere damezrandina YNKê, em pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û hemû alîgiran dikin, em hêvîdarin di xebat û xizmetê de berdewam bin, ji bo bidest xistina mafên rewa yên gelê me.’’

Herwaha tê gotin: ‘’Herêma Kurdistanê û Iraq û navçe bi giştî di mercên hestyar de ne û tejî ye li guhertinê ve. Ji ber wê erkê hemû hêz û aliyên niştimanperwer mil bidin milê yek berpirsyariya qonaxê û pêşeroj û çarenivîsa gel û netew û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê ser hemû tiştekî re bibînin.’’

Dawiya peyamê de tê gotin: ‘’Em hêvîdarin ev salvegere dehfbide bo yekdestî û yekrêziya navxwe ya partiya we ya tekoşer û hêvinê zêdetir a yek gotara siyasî û hevpeymaniya rasteqîn û karê hevbeş ê hemû hêz û aliyê siyasî jî be bo bihêz kirina stûnên ezmûna me û parastin û bidest xistina destkeftên zêdetir bo gelê me.’’

Back to top button