Cîhan

Divê Erdogan tiştekî bike

Serokê Amerikayê Donald Trump daxwaz ji Tirkiye kir ku keşeyê Amerikî Andrew Burnson ji girtîgehê bête azad kirin.Keşe Andrew Burnson sala 2016ê bi tohmeta arîkariya rêxistina Gulen hatiye girtin û heta wek niha girtîgehê de ye. Amerika çend cara doza azad kirina Andrew Burnson kir lê Tirkiye biryara berdewamiya girtina wî da.Erdogan di axaftinek ya xwe de behsa vê babetê kir û got: Bila Amerika keşeyê me radestî me bike , emê jî keşeyê wan bidin wan. Erdogan behsa radestkirina Gulen dikira.Duh dadgeha keşe Andrew Burnson hebû, dadgehê ew berneda û biryara berdewamiya girtina wî da. Li ser vê biryarê Trupm di hesabê xwe Twitterê de ragihand ku, “ Divê Erdogan ji bo azad kirina Keşê Andrew Burnson tiştekî bike“

Back to top button