Nivîsar

Divê ENKS rêyek din bibîne

Piştî li hevhatina Amerika û Tirkiye rewşa Rojavayê Kurdistanê ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Amerika û Tirkiye li hev kir lê, bê ku bê eşkere kirin PYD xalek bingehîn ya li vê hevhatinê ye. Berpirsên PYD/YPG û Tirkiye nehînî hevdîtina dikin û di bin çavderiya Amerikayê de rêkevtinek çêdibe.

Tê zanîn ku Ocalan jî di peyamên xwe de behsa pêwistiya nêzinkbûna PYDê û Tirkiye dike. Herweha ENKS li gel gelek welatan hevdîtina dike û Amerika, Fransa jî dixwaze ENKS di nava pêvajoya guhertinên li Suriye û Rojavayê Kurdistanê de cih bigre. Lê PYD bi tu awayî tevlîbûna ENKSê qebûl nake. Ji ber ku ENKS û PYDê 3 cara li hevhatin kirine peyman îmze kirine, lê tu cara li hevhatinên wan neketina praktîkê de û li ser erdê ne jiyaye.

Sedema ku PYD û ENKS li hevnakin û yekitiyek bi awayekî di nava aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê de pêknayê ji siyaseta PKKê ye. Heta PKK li ser PYDê û hêzên pêve girêdayî xwedî biryar be tu cara di navbera partiyên Kurdistana Rojava de yekitî pêknayên.

ENKS jî pêwiste vê rastiyê bibîne û xwe hêviya kesekî ve nehêle û li gora rastiya xwe helwestekî bigre û tevbigere. Li Rojavayê Kurdistanê di nava xelkê de pişgiriyek girsehî ya ENKSê heye, hêzek wek Pêşmergeyên Roj perwerdekirî heye. Lê lingê ENKSê ne li ser axa Rojavayê Kurdistanê ye. Eger ENKS bimîne hêviya helwesta PYDê, tu cara PYD rê nadê ku ew li ser axa Kurdistana Rojava bi azadî bi hêza xwe tevbigere.

Rastiyek heye ku, Amerika û Fransa hewldidin PYD ji PKKê veqete û tenê li gora rewşa Rojavayê Kurdistanê tevbigere. Lê ENKS heta hetayê nikare bimîne hêviya vê yekê. Mimkine tu encam ji lêgerina Amerikayê dernekeve jî. Ji aliyek din ve daxwaziyên PYDê û ENKSê ji hev dûrin. PYD sibe dikare bibe beşek ji rejima Suriye jî. Ji bo vê yekê ENKS divê li rastiya xwe vegerê û rêyên ku lingê xwe bavê je li ser axa Rojavayê Kurdistanê bigere û siyasetek xwe ji nûve eşkere bike.

Eger mirov bi xwe ne xwedî siyasetekî be û tenê bimîne hêviya guhertinan û helwesta hêzên din li deverê, kar gelekî zehmet dikeve. ENKS niha vê zehmetiyê dibîne û dînamikên navxwe yên ENKSê têkçûne. Ji bo vê jî hêviya wan tenê mayê guhertinên siyasî li deverê û helwesta hêzên din.

Analîz/Rojevakurd

Back to top button