Civak

Divê Enfal di asta navneteweyî de wekî jenosîd were nas kirin

Serok Barzanî bi minasebeta salvegera Enfalê peyamek raguhand.

Ev deqê Peyama Serok Barzaniye:

Bi navê Xwedayê Mezin, yê Dilovan

Enfal birîneke kûr e di dilê hemû gelê Kurd de, yek ji mezintirîn tawanên ku ji aliyê rayedarên berê yên Iraqê ve bi awayekî sîstematîk û bi mebest li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Di encama van kiryarên nemirovane de, 182,000 welatiyên Kurd bêyî ku sûcek bikin winda bûn û şehîd bûn. Êrîşên kîmyewî, xirabkirin, derxistina bi zorê, guhertinên demografîk, wêrankirina bi hezaran gundan û hewldanên ji bo tunekirina hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê tawanên din bûn ku ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurd hatine kirin.

Enfal neheqiyek mezin bû û di heman demê de dersek girîng bû ji bo nifşên niha û pêşerojê ku divê di tu şert û mercan de neyê jibîrkirin. Divê ev tawan di asta navneteweyî de wekî jenosîd were nas kirin û divê di asta Iraqê de piştrastî hebe ku ev tawanên li dijî gelê Kurd dê qet dubare nebin. Her wiha erkê dewleta Iraqê ye ku tezmînata Enfal û jenosîda li dijî neteweya me hatiye kirin bide.

Di salvegera sî û heştemîn a karesata Enfalê de, em bi hezaran silavan ji bo giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û xemgînî û êşa malbat û xizmên Enfala serbilind parve dikin.

Mesûd Barzani
14. Nîsan . 2026

Back to top button