Divê emberbiKurdistanek bi hêzve gava bavêjin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî paşketina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê weke asayî dibîne ji bo seqamgîriya Herêma Kurdistanê û ragihand: “Ev paşketin asayî ye, berjewendiya Herêma Kurdistanê wisa dixwaze, ku demeke temam were dayîn ji proseya gotûbêja pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê re.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasîma rêzgirtina li dîroknas û nivîskarê navdar ê Kurdê Xurasanê Kelîmûla Tewehûdî de axivî û di beşeke axaftina xwe de behsa rewşa niha ya Kurdistanê kir û ragihand: “Di van rojan de ku zêdetirî 6 meh di ser hilbijartinên giştî yên Kurdistanê re derbas bûye, hûn bi xwe jî dizanin gelek gilî û gazin li ser paşketina pêkanîna hikûmetê heye, em hemû aliyan piştrast dikin ku aliyên siyasî dawiya dawî divê bigihîjin rêkeftinekê.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir: “Em wisa fêm nekin ku di demokrasiyê de ti pirsgirêk tine ye, di demokrasiyê de kesên kêm (deng) bi dest xistine û kesên zêde bi destxistine mafê wan heye û diaxivin, lewma divê wextê me dirêj be û demeke temam a aliyan hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Ev paşketin asayî ye, berjwendiya Herêma Kurdistanê wisa dixwaze ku demeke temam ji proseya gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê re were dayîn, çimku em dixwazin seqamgîriya siyasî û civakî û tebayî û aştî û vejandina aboriyê û xweşguzeranî hebe ji bo welatê me, em dixwazin aliyên siyasî, bi taybetî aliyên sereke yên beşdarên hikûmetê, bi hev re kar bikin daku Kurdistaneke bihêz û siberojeke geştir ji bo welatê me ava bikin.”