Nivîsar

Divê doza qetilkirina Emin Îsa bê şopandin, reveberiya xweser rastiyê vedişêre..

Emin Isa ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin û ew di bin îşkenceyeka hovatî de hate qetil kirin. Dema termê Îsa radestî malbata wî kirin, dabûn xûyakirin ku ew bi nexweşîyek xezayî miriye. Lê malbata Îsa gelek vekirî dide xûyakirin ku Îsa bi îşkencek gelek tund jiyana xwe ji dest daye.

Herweha malbata Îsa bizijkên bê alî anîne û wan jî temê Îsa ditiye û rapora xwe li ser dane. Li gora van bizijkan û malbata Îsa ew di encama îşkenceyê de hatiye kuştin. Di laşê Îsa de gelek hestiyên şkestî hatine tesbît kirin û bi duhnê germ beşek ji laşê wî hatiye şewitandin.

Dewsa reveberiya xweser  berpirsên vî karê kirêt eşkere bike û wan ceza bike, ew hawldidin ku rastiya heyî veşêrin. Bi vê helwestê raporên derew bi bizijkan didin nivîsandin. Ew bizijkê dibêje tu îşkence li ser termê Îsa tuneye û Îsa  bi mirinek xwezayî jiyana xwe ji dest daye, Kiye? Gelo ewî çend operasyon li ciwanên kurd kiriye  û bi çendî karên ku li dijê sunda ji bo bizijkiyê xwarî kiriye. Ew bizijk  dilê siyaseta PKKê ye û ew çi bêjin wê dike.

Heta niha sedema binçavkirina Emin Îsa nayê zanin. Heta vê gavê tenê ji bo rastiya vî karê ne mirovatî bê veşartin hewldana dikin. Di civata kurd de tiştek namînê nixûmandi, îro nebê jî sibehî dê kujerên Îsa li xwe mikur bêne û di hev di vê pirsê de tawanbar bikin. Ew bizijkê bê ehlak dê sibehî bikaribe bêje min ev rapor li ser daxwaziya berpirsên xwe amade kir. Ev beşek ji siyaset û ehlaqê PKKê ye.

Bizijkek kurd û yek ereb di konferansekî rojnemayî de derewa dikin û weneyên ku wan bi xwe fotoşopê montaj kirîn raberê xelkê didin. Lê di rûyê bizijkan de jî duxaya ku derewa dikin.

Di bin konê taziyê de me pêwendî bi malbata şehîd Emin Îsa re danî , wan da xûyakirin ku, termê Emin bi haletek ne mirovane de hatibû îşkence kirin. Ji bo vê yekê jî me nikarî em termê wî nîşa dayika wî bikin. Dema term radestî me kirîn û ji bo spartina axê hatî şûştin hemî emaretên îşkenceyê gelek vekirî dixweyan ji pişta wî ji stûyî wî heta dawiya piştê hemû hatibû şewitandin. Hestiyên wî şkestîbûn.

Herweha malbata Emin dibêje em amadene mezara Emin vekin û ew term cardin ji aliyê bizijkên pisporve bête muayene kirin. Malbata Emin dibêje ew bi xwe kanûna çêdikin û pêlê dikin. Emê ji dev vê dozê bernadin û heta dawîyê emê bişopînin.

Berpirsên PYDê bê ku şermê bikin diçin di bin kunê taziyê jî. Lê gelek tiştek şerme ku tu qatilê yekî bî, û herî sersaxiya wî jî. Ha eger îdara xweseriyê ev yek bişopanda û berpirsên vê bûyera kirêt eşkere bikiran û ew bi awayek bi adalet darizandan, dê hingê mirov ji wanre bi çepika bide û dikarina taziya Emin de jî amade bin û wek erkek mirovatiyê bi kar bînin tevbigeriyan.

Lê mixabin wan rêya inkarê da pêşiya xwe û wek henekên xwe li yekî bikin û rêzê li termê miriyekî re negirin tevgeriyan û bi vî awayî çûn bin kunê taziyê.

Serî de ji Partiya Demokrata Kurdistana Suriye û ji ENKSê tê xwestin ku, vê bûyera hovane heta dawîyê bişopînin û bi awayek fermî ji bo hemû berpirs û dezgehen navnetewî rastiya kuştina Emin bêjin. Heta tawanbarên vî tawanaê qirêj eşkere bibin û bêne cezakirin, pêwiste ev doz bê şopandin.

 Ha pirsek din heye, ev kesên bi navê aşitiyê heyeta çêdikin û hewldidin li başûrê Kurdistanê tevliheviyê bikin, heyetên bi navê hûnêrmanda serdana başûrê Kurdistanê dikin, ewên derdikevin li ser televizyona û behsa “şerê` birakujiyê dikin. Hun li kûne? Ji bo hun li himber qetilkirina Emin Îsa bê dengin. Hun çi dibêjin? Eger hun ne dîlê siyaseta qirêj a PKKê bin, eger hinek ehlaqî mirovatî li gel we hebe , eger hun insanbin divê hun qetilkirina Emin Îsa di bin îşkenceyek hovane de şermezar bikin. Heta hun vê bûyera kirêt û şehidkirina 5 pêşmergeyên Kurdistanê şermezar nekin, hun derewa dikin , ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî tevdigerin û kesek guh nade tirtira we……

Kerembikin vê bûyera kirêt şermezar bikin……….

01.7.2021

Rojevakurd

Back to top button