CivakRojev

Divê ciwanên Kurdistanê baweriya xwe bi xwe bînin

 

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî carek din dupat kir ku ew girîngiyek mezin dide xort û ciwanên Kurdistanê. 

Bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6emîn çalakiya TEDxNiştiman li Hewlêra paytext dest pê kir. Di çalakiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew her tim dixwazin ciwanên Kurdistanê bi xwe û şiyanên xwe bawer bin. 

Serokwezîr tekîd li ser wê yekê jî kir ku ew û hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya ciwanan kirine û got, „divê ciwan derfetên kar ji bo xwe û yên din çêkin“. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li organîzatorên vê merasimê kir û got: „Hêvîdarim her sal serkeftîtir bin, karên baştir bikin û hemû hêviyên xwe pêk bînin„. 

 

Back to top button