DosyaNivîsar

Dive bi xurtî piştgiriya Serokê Kurdistanê bê kirin

Niviskar Nuri  Çelik,  bersiva pirsa Rojevakurd da û got:Divê ev şîara PDKê ku serok Barzanî serpereştiya wê dike, di vê riya miqedes de tenê nemîne.Pirs:“Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?”Bersiv:DESTEK Jİ REFERANDUMA SERXWEBÛNÊ RE.Divê ez di serî de bêjim ku: ez destekê ji bo garantoriya paşeroja Basûrê Kurdistanê didim helwesta serok Barzanî ya Referanduma elan kirina Serxwebûna Kurdistanê. Jiber ev helwesta hem sîyasî û hem jî Kurdewarî ye. Armanca wê pêşdexistina destkeftiyên Kurd û Kurdistanêye; xurtkirina hest û ruhê netewayetî û xwedîlêderketina rêça serok M.Mistefa Barzanî ye.Piranîya elîgirên pişgirê erê kirina referanduma serxwebûnê di şopa dewletbûnê de hemfikirin, bingeha rêça nemir serok Mistefa Barzanî ji xwe re wek rê û destûr dibînin. Alîgir û dostê Kurdên herçar perçên Kurdistanê û yên li cîhanê ne. Parastina destkeftinên başûrê Kurdistanê wek destkeftinên temamê Kurdan dibînin û vê yekê ji xwe re wek armancek sereke dizanin.Vîzyona Barzanî di nav temamê cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn wek ekol û gavek nûjen û cuda, pesinbuha tê binav kirin. Her wiha Mesûd Barzanî bûye Qibla temamê Kurd û neyarê Kurda. Bi taybetî di van rojên go milletê Kurd tê de derbas dibe de, hewceyî bi rêberên go ji teref cîhanê ve hatine pesindar kirin gerek bê destek nemînin. Divê baş bê zanîn ku, wê ev yek di berjewendiya milletê Kurd debe.Divê neyê jibîr kirin ku; partiya Serok Barzanî (PDK), li ser bîr û bawerîya yekîtî û nêzîkbûna Kurdan hatiye damezrandin. Dijminatîya Kurdan û şerê navxweyî red dike, bi rexneyên xwe balê dikşîne ser xeletî û kêmasîyên heyî û dixwaze di civaka Kurd û di perwerdekirina xort û ciwanên Kurd de xizmeta welatperwerîyê bike. PDK û bi taybetî malbata Barzaniya, hêlîna Kurdperwerîyê, navenda welatperwerîyê ye. Divê ev şîara PDKê ku serok Barzanî serpereştiya wê dike, di vê riya miqedes de tenê nemîne.Îro çi li Ewrûpayê, çi li bakur, rojeva, rojhilat û çi jî li Kurdistanê, di warê lê xwedî derketina siyaseteke Kurdistanî de valahîyek mezin heye; pêwistî bi sîyasetmedarên firêze paqij heye. Li gora baweriya min, encex Serok Barzanî bi sekna xwe ya xwedîyê bîr û bawerîyek Kurdewarî û netewperwerî wê karibe vê valahiyê dagire.Di encama REFERANDUMÊ de, ger îradeyek xurt derkeve ji ELAN KİRİNA SERXWEBÛNÊ re, ez bawerim wê rayedarên Kurdistanê û di serî de serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê têxe rojeva cîhanê. Tenê ji bo vê bîr û baweriyê be jî, dive bi xurtî piştgiriya Serokê Kurdistanê bê kirin. Divê hemwelatiyê Kurdistanê, canfedayî, cefakarî, şoreşgeri û qehremaniya malbata Barzanî bi dengê xweyî go wê bidin erêkirina elana serxwebûna Kurdistanê wê bihêz bikin. Divê baş bê zanîn ku, Serok BARZANÎ pira navbera destkeftin û xebatên Kurdên başûr bi civaka Kurdên bakur û peçên din yê Kurdistanê ye.Wek tê zanîn, dewletbûn, siyaset û rêveberiyek rast û xurt, wê ne tenê li himber dagirkerên Kurdistanê, herwiha wê di qada cîhanê de jî bibe çeka herî mezin di destê Kurdan de. Welatên ku xwediyê dezgehên xurt û dewleta xwe bin, karin hikim li gellek tiştan bikin û rewşa heyî li gora berjewendiya welatê xwe biguherînin.Ji ber vê, divê hemwelatiyê me yên başûrê Kurdistanê, xwedî li helwesta serxwebûna Kurdistanê ku malbata birûmet, malbata Barzaniya go serpereştiya wê dikin xwedî derkevin, wan destek bikin. Maddî û manewî wan bi tenê nehêlin. Di dawî de dixwazim bêjim ku; ji ber van sedemên jorîn û gellek sedemên din li xêra Kurdên başûr e go yên di avadana Kurdistanê de firêze wan xuyaye bên destek kirin. Divê bê qeyd û şert, roja REFERANDUMA SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ wê wezîfa xwe bikar bînin.Divê baş bê zanîn ku; wê ti wextek din, ev derfeta zêrîn neyê ber deriyê Kurdan. Beravîtina vê terfeta zêrîn wê vebalêk giran be di sitûyê her xernexwezekî dewleta Kurda de.Nûrî Çelîk[email protected] 

Back to top button