Divê Bexda û civka navdewletî bi berbirsiyriya xwe rabin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 09.07.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Wilyam Leysî Swîng rêvebirê saziya navdewletiya karûbarên koçberan (IOM) a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û şandeya pê re kir.
Di civînekê de, rewşa Îraqê û herêmî bi giştî û aloziyên rewşa emnî li wîlayeta Mûsilê û çend deverên din yên Îraqê ku, ji sedema wan aloziyên amnî bi sedhezaran hevwelatî ber bi herêma Kurdistanê koçber bûne, hatin gotûbêj kirin.
Behsa xebatên herêma Kurdistanê yên di warê dabînkirin û pêşkeşkirina pêdawîstiyên pêdvî û baştirkirina jiyana koçberan hat kirin û rêvebirê IOM sipasiya serokê hikûmetê û xelkê herêma Kurdistanê kir û xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê di hewarçûn, hewandin, dabînkirina emniyet û aramiyê û alîkarîkkirin û pêşkeşkirina xizmetên rojane bo koçberan bilind nirxandin.
Di civînê de, herwesa, behsa wê yekê jî hat kirin ku, beriya niha jî herêma Kurdistanê deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina penaberên Suriyê û deverên din yên Îraqê vekiribûn û bi awayekî baş alîkariya wan dikin û di vê çarçoveyê de rêvebirê IOM got:
– Em di vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê dê raporeke berfireh li ser awayê jiyan û mihtaciyên koçberan, li Ceneverê, pêşkeşî civaka navdewletî bikin. Em rola hikûmeta herêma Kurdistanê bilind dinirxîn in ku, di vê rewşa dijwar de karî di hewra lêqewmiyan biçe û alîkariya wan bike.
Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, di axaftina xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, saziyên peywendîdar û xelkê herêma Kurdistanê ya di îmkanên wan de be alîkarî pêşkeşî koçberan kirin û dikin. Lê belê ev barekî giran e û herêma Kurdistanê bi tenê nikare hemû pêdawîstiyên wan penaberan dabîn bike, bi taybetî hijmara wan rojane ber bi zîdebûnê diçe.
Serokwezîr tekîd lis er wê yekê kir ku, divê hikûmeta Îraqê û civaka navdedwletî bi wezîfe û berpirsiyariya xwe ya li hember penaber û koçberan rabin û hevkariya wan bikin. Barzanî got ku, her çiqas ji sedema birîna budceyê û miaşên karmendên hikûmeta Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, pirsgirêka aborî li herêma Kurdistanê heye, lê ”em li gor îmkanên xwe vê wezîfeya mirovane cîbicî dikin û alîkariya koçberan dikin.”
Serokwezîrê herêma Kurdistanê daxwaz ji saziya IOM kir ku, hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî pal bide daku ew jî bi berpirsiyariya xwe rabin û alîkariya penaberan bikin û li gor mekanîzmeke minasib xwe ji bo pêşwaziya zêdebûna hijmara penaberan amade bikin.