Civak

Divê Barzanî poste serokatiyê de bimîne

 

Di derbarê rewşa serokê Kurdistanê de lêpirsînek berfireh ji aliyê dezgehê Nawenda Asude ji bo rapirsînên siyaî ve hate pêkanîn.

Bepirsê dezgehê Asude  civînek çapemeniyê de encamên lêpirsînê ji Raya Giştî eşkere kir.

 

Encama Lêpirsîne:

 

1- Gelo Serokê Herêma Kurdistanê çawa bête hilbijartin?

%59.1 Ji aliyê xelkê ve

%40.9 Ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve

 

2- Gelo ji bo te baş e ku di vê qonaxê de Mesûd Barzanî di posta Serokê Herêma Kurdistanê de bimîne?

%41.1 Belê

%19.2 Nexêr

%18 Aliyên siyasî biryar bidin

%21.4 Parlamentoya Kurdistanê biryar bide

 

3- Gelo ji bo te baş e ku niha Kurdistan xwediyê destûrekî serdemî bibe ku li ser bingeha pêşvebirina civakî û siyasî û aborî bête amadekirin?

%88.1 Belê

%9.3 Nexêr

%2.6 Nizanim

 

4- Kîjan sîstemê desthilatdariyê ji bo birêvebirina Herêma Kurdistanê baş e?

%18 Serokayetî

%11.1 Parlamanî

%66.9

%4 Nizanim

 

5- Bi ya te, sedema paşxistina rapirsiya destûra ku berê hatibû amadekirin, çiye?

%33.1 Destêwêrdana Iraq û welatên cîran

%30.1 Yekgirtînebûna hêzên siyasî yên Kurdistan

%36.8 Herdu jî

 

6- Bi ya te, Iraq û welatên cîran û yê navçeyê razîne ku Kurdistan bibe xwediyê destûrekî?

%19 Belê

%65 Nexêr

%16 Nizanim

Back to top button