Hevpeyvîn

Divê aliyên siyasî di pirsa serxwebûn an jî avakirina Kurdistanê de zelal be

 

Lêkolîner, nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî  Maruf Yilmaz  di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:Divê gelê Kurd û partiyên wî serên xwe bi demokratbûna Sûriyê, Tirkiye û Îran ve nehêşın. Jı ber ku pirsa demokratbûna ereb, farıs û tirkan  ne pirsa me ye. Divê em welatê xwe rizgar bikin, ne welatên xelqê.

 

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalî ne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Maruf Yilmaz:  Divê PYD û ENKS dev ji zimanê şêr, dijberî, dijîtî, bervajî, nakokî û xirûciriya  navbera xwe berbidin û kumên xwe bidin ber serên xwe. Dijberiya PYD û ENKS´ê dê bibe sedemê têkçûna Roavayê Kurdistanê. Êdî bes e! PYD û ENKS dikarin li hev bikin û hevûdu bipejirînin wekî 2 hêzên Kurd ji bo ku bikaribin ji vê rewşa nû sûd werbigirin. Êdî qedera Sûriyê dê encam bide ji lewre daxwazên Amerîka, Rusya û Tirkiyê hene. Heger PYD û ENKS li hev nekin, hingê ew bixwe dê bikevin nava xeta xîyanetê. Pêwîste PYD û ENKS bi hevre Roavayê Kurdistanê biparêzin û xwezî  ev herdu hêz bi hev re Efrînê biparastana. Lê Kurd lihevhatibûn xezebê û dilê dijminên xwe şad kirin. Divê kurd ji nû ve bihizrin.

Piştî serkeftina referandûma Herêma Kurdistanê ku BARZANÎ dixwest serxwebûnê eşkere bikira, hingê şewrên giran dest pêkirin û kurd li hev hatin xezebê… YNK dît ku BARZANÎ bihêztir dibe ji lewre li dijî wî dest bi dek û fenan kir. Îran, îraq û Tirkiye jî, ketibûn şewrên giran,  bi YNK leyistin û peymana xîyanetê ya digel  YNK dan çêkirin  û bi hawayî   Kerkûk ketin bin kontrola Iraqê. Bi têkçûna Kerkûk´ê  ve Tirkiye xwe amade kir ji bo dagirkirina Afrînê.

ENKS sedemên êrîşên Tirkiyê, bilindkirina ala PYD û fotografên Ocalan ve girêde dibîne.  Ji ber vê yekê ENKS dixwaze PYD çalakiyên xwe rawestîne û li gorî wê heger rawestîne, hingê êrîşên Tirkiyê jî radiwestin. Lê bi ya min dewleta tirk bi tu hawayî dewleteke Kurdî naxwaze û heger li Afrikayê jî, dewleteke Kurdî ava bibe, dê Tirkiye li dijî wê be. Dewleta Tirk bi tu hawayî hebûna desthilatdariya dewleteke Kurdî li ser sinorên xwe napejirîne. Mîjara Afrînê diyar e û divê em ji vê sûd wer bigirin.  Bi gotineka din heger ENKS bi xwe jî, ”Dewleteka Kurdî ” avabike dê Tirkiyê li dijî wê be…

Ji dayikbûna xwe ve li Tirkiyê  mirovahî mirîye, bêîsafî, bêwijdanî, hovîtî û înkarkirin heye. Roj bi roj zordarî û zilmên Tirkiyê û Erdogan li Roava´yî zêdetir dibin. Divê Kurdên vî perçeyî, wekî neteweyekî mezin bi ala xwe, ziman, çand, civaka xwe re be û dev ji teorîya “Demokratbûna Sûriyê” ber bide ji ku ew projeya Sûriyekirina Kurdistanê ye. Lê divê ENKS jî, xwe ji hembêza Tirkiyê derbixe û ji bo yekilitiya kurdên xwe planekê bide ber xwe. Heger partiyên kurd yekitiya xwe çênekin, dê rewşa Roava bibe wekî Afrîn, Cizire, Kobanî û gundên Bakur.

Divê ENKS û PYD/TEVDEM  di ROAVA de giranîya xwe bide ser nûçeyên  objektîv. Medya Kurdî dikare nûçeyên rastîn peyda bike û dev ji propagandayê ber bide, zêde giranîya xwe bide ser agahdarî/înformasyonê.

Divê gelê Kurd û partiyên wî serên xwe bi demokratbûna Sûriyê, Tirkiye û Îran ve nehêşın. Jı ber ku pirsa demokratbûna ereb, farıs û tirkan  ne pirsa me ye. Divê em welatê xwe rizgar bikin, ne welatên xelqê. Rewşa tekoşinê li her perçeyekî, divê  gora şertên taybetî yên wî perçeyî be. Daxwaza min ji ENKS û TEVDEM/PYD´ê ew e ku diyalogekê di navbera wan de hebe.

Divê hemû ENKS û Kurdên siyasî bê şert, merc bên berdan û her kes di hizr, nêrîn û bawermendiyên xwe de azad be.

Balkêşîya dawîn ev e. Divê Kurd li hev bên û hevûdu hembêz bikin ji bo xatirê welatê xwe û rojên oxirê giran. Şert, merc û hoyên yekemîn hemû serkirdeyên ENKS, endam, alîgir û hemû Kurdên ku ji ber bawerî, îdeolojî, hizrî û dîtinên xwe hatine girtin bên berdan da ku Kurd bikaribin bi hevre bixebitin. Divê PYD/TEVDEM dev ji siyaseta xwe ya înkarkirin,  qedexekirin û li derveyî xwe hiştin, ber bide û li rastiya xwe vebigere. Yek ji daxwazên min ew e ku herdu alî  bihev re  karên xwe yên siyasi bikin  û  dawî  li girtiyên siyasî bîne û rê li ber çalakiyên  partiyên siyasi vebikin. Her kurdek (ferd) ji jîyana xwe berpirs e.  Divê mirov  nerm û bi tolerans be.

 Vekişandina hêzên Amerîkayî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

 Vekişandina hêzên Amerîkayî dê bibe sedemê têkçûna kurdan e, lê Amerîka dê heta bi heta li Rojheta Navîn bimîne û mayîna wê li Sûriyê jî stratejik e. Beşar Esad dikare dev ji Sûriyê ber bide, lê Amerîka zû bi zû dev ji Sûriyê bernade. Mayina Amerîka li Sûriyê stratejîk e û ew ji wir dernakeve.

Hêzên hevpeymaniya navdewletî jî dernakevin, dê li wir bimînin. Dewletên Mezin; hasebên mezin  dikin.  Dewletên nû û sinorên nû di Rojhilata Navîn de çêdibin. Yek ji wan sinorên nû jî Kurdistan e. Dewleta Kurdî dê çêbibe. Bêguman li ser bingeha koka “etnik” dê herêmên nû çêbibin. Li Başurê Kurdistanê dê Dewleta Kurdî avabibe, sinorên vê dewletê dê berfirehtir bibe û heta  Sûriye, Iraq…

Amerîka, Fransa û hêzên navdewletî yên leşkerî dixwazin Tirkiyê ji Roavayê Kurdistanê dûr bixin, ji ber ku ew dizanin ku Erdogan dijminê kurd e. Rusya jî, dikare digel wan e, lê Rusya dixwaze axa Kurd di kontrola Bişar Esad de be. Lê rastiyeke tehl û tirş heye. Amerîka naxwaze li hemberê leşkerên tirk şer bike, lewre jî, daxwaze dike ku Ewropa, neteweyên yekbûyî, dewletên eraban, leşkerên xwe bişînin Roavayê Kurdistanê. Tirkiye Afrîn dagir kirîye bi alîkariya ENKS û jê dernakeve. Nimûneya din jî, Kerkûk e. Iraq Kerkûkê dagir kir, bi alîkariya YNK û PKK´ê. Sedemê dagirkirinê jî Îran, Tirkiye û Irak dîtin ku Barzanî piştî referandûma serxwbûnê dê ”Dewleta Kurdî” çêbike, ji lewre peymanekê di navbera YNK, Tevgera Goran ( Tevgera Goran?) û PKK de dan îmzekirin da ku Iraq Kerkûkê dagir bike û dûvre dê her lihev parve bikin. Lê sê partiyên hatin xapandin û dijminên kurd serketin. Mîjara Roava dişûbe Kerkûk´ê.  Dijmin bi partiyên me dileyîze.

Ez bawerim Amerîka, Rusya, Fransa, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî di derbara pirsa  çareserkırına Roavayê Kurdistanê de lihev kirine û li benda lihevkirina Kurdan mane. Divê Kurd bi hemûyan re têkiliyên xwe xurtirîn û baştirîn bikin. Bi taybetî jî, bi Amerîka, Rusya, Fransa re û divê Kurd bi xwe Yekitiya xwe zelaltir û planeke  xwe ya nû  eşkere bikin.

 PYD/TEVDEM ji destpêkê heta niha diyaloga xwe digel hukumeta Sûriyê hebû û heta niha jî heye. Lê pêywwendiyê ENKS´ê jî digel Tirkiyê hebû û niha digel Sûriyê heye. Herdu têkilî jî, projeya Tirkiryekirin û Sûriyekirina Roavayê ye. Ev du rastî tehl û tirş in. Kurd ji nîjadekî Aryanî (Arî) ne û bi esil in (mirovên bijarte û sermirov), lê ketine bin pîsan,  ketine bin tirk û ereban. Pirsên min hene, ew jî ev in:

  1. Ez dê çawan bikaribim rasteqiniya PYD´ê têbigihîjim ku ew di binê Esad Beşar de  ye?  Ez çawan dikarım di derbara PYD´ê de  rastiyê bizanibim?
  2. Ez dê çawan bikaribim rasteqiniya ENKS´ê têbigihîjim û bizanibim ku ew di binê Erdogan de  ye?  Ez çawan dikarım di derbara  ENKS´ê de  rastiyê bizanibim?

Ez di derbara wan de rastiyê nizanim, lê ez dikarin di derbara wan de dîtinên xwe ji we re bibêjim.

Ez bi hawayekî vekirî dibînim ku danûstandina PYD´ê  bi Beşar Esad re heye û ew ji bo “Neteweyê Demokrat” dixebite. Lê demokratbûna Sûriyê ne karê wan e (li gorî qanûnên navneteweyî jî…). Ez vebigerim ser ENKS´ê.

ENKS têkiliyên xwe digel Tirkiyê heye û PYD/TEVDEM jî, têkilîyên xwe bi dewleta Sûriyê re heye. Herdu alî jî, projeyên tunekirina Kurd û Kurdistanê ne. Divê herdu jî, xwe biguhêrînin û pêşîn di nav xwe de danûstandinê xurtir bikin û  dûvre bi Sûriye û Tirkiye danûstandinên xwe çêbikin. Pêşîn bi birayên xwe Kurd  re be  û dûvre bi dijminên xwe re danûstandinê bike, pir normal e. Lê xwe nefiroşe.

Li gorî PYD´ê  hevkarî û têkilîyên ENKS û Tirkiyê hene, ji devê serokê ENKS´ê Îbrahîm Biro tê bihîstin ku di navbera ENKS û Tirkiyê de peymanekê heye û paşê  ji devê  Fûad Eliko jî tê bihîstin ku ew endamê Koalîsyona Opozisyonê bû, xwest ku Tirkiyê bikeve Afrînê û wî jî, piştevaniya Tirkiyê dikir. Lê li gorî ENKS´ê  jî, PYD bi Beşar Esad re ye û ew ji bo serkeftina ESAD dixebite.

ENCAM:  Partiyek an jî desthilatdarî  û rêxistineka   bihêz û bixwe bawer dikare danûstandinên xwe bi hemû dijminên xwe re bike, lê divê ew ji cîhê xwe neleqe û di pirsa serxwebûn an jî avakirina Kurdistanê de zelal be.

ENKS ji destpêka şoreşa Sûrî ve, bi opozisyona Sûrî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî, ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Em dê çawan  rasteqiniya ENKS û PYD´ê têbigihîjin û bizanibin ku ew dibin Esad Beşar û Erdogan de  de ne? Di warî de gelek rastî û nerastî hene ku di zimanî de hatin çêkirin, lê konstruksiyon in. Divê rastî li gorî logîk´ê be, digel tevahî û giştiya xwe ve jî “logîk” be, hingê tê pejirandin. Rastî bi rastiyên rasteqînî yên din û bi sîsîsteman ve girêdayî  ne. Li Roavayê  Kurdistanê tarî û ronahî dorê ji hev distînin û di tarîyê de ronahîyekê derdikeve. Tarïtî hebûna xwe  bi lihevkirina ENKS û PYD´ê ve wenda dike. Tarî şûna xwe dide ronahiyê.

Ez vê nivîsê bi zimanê gel dinivîsim.

Pirsgirêka Roavayê Kurdistanê ne ew e ku ENKS bi opozisyona Sûriyê re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. Na, Na. Bêguman diyalog bi hikumeta Süriyê re pir girîng e, lê jê girîngtirîn ew e ku berî her tiştî divê mirov berjewendiyên gelê xwe bihizre. Mirov dikare bi rovîyekî mîna Bishar Esad lihev bike yan jî bi opozisyonê re û heta jê xedartir re jî…  Heger bi Beşar Esad  an jî bi opozisyonê re lihev bike. Çıma mirov nikare PYD´ê lihev bike. PYD û ENKS çi bikin, divê bihevre bihevre bin û bihevre hevbeş bikin.

Li gorî min tiştên ku ji van herdu hêzên Roavayê Kurdistanê tên xwestin Qedera kurdan di YEKITIYA WAN  de ye û bi yekitiya kurdan re Dewleta Kurdî dikare avabibe. ENKS û PYD dê çawan bıkaribin lihev bikin daku ji hêzên navneteweyî  jî, bawerîyên xwe bi kurdan bînin û alîkariya kurdan bikin. Divê PYD li rastiya xwe vebigere, bila bibe malê xwe bixwe, ji hembêza dewleta Sûriyê derbikeve û bikeve hembêza gelê kurd. Lê divê ENKS jî, ji hembêza Tirkiyê derbikeve bibe rêberê xwe bi xwe.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Sûriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çawa sûdê ji vê rewşê bigirin.

Amerîka dixwaze ”Partiyên Kurd” bihevre tevbigerin û desthilatdar bikin. Ji bo Kurd di cîhana nû  cihê xwe bigirin, divê xwe amade bikin. Li gorî rojnameya Financial Times di navera Amerika – Tirkiyê de şerek dikare dest pêbike. Tirkiye jî dixwaze modela dagirkirina Afrînê li Rojhilata Firatê dubare bike bi armanca ku herêmê demografik bike, Xwezî PYD û ENKS berê di warê leşkerî û siyasî de lihev bikira û  komîteyên hevbeş ava bikirana… Di warî de herêma Kurdistanê jî Barzanî dikare roleke mezin bileyïze ji bo nêzikkirina ENKS û PYD´ê ji bo avakirina desthilatdariya Roavayê Kurdistanê. Heta pirsgirêkên siyasî yên ENKS û PYD´ê çareser nebin kurd nikarin ji rewşa niha sûd werbigirin û di warê diplomasiyê de biserbikevin.

Di rêxistin û partîyên Kurd û Rojhilata Navîn de monoteîzm û egonomîya serokan, nîşana nedemokratbûna wan e, tiştekî ecêb e. Em Kurd ji alîyê çand, edet, tore û dezgehên demokratîk ve paşve mane. Bêguhartin, bêdemokratbûn, bêtoleransbûn, em nikarin gavekê bavejin. Ev gotin tehl in.

2 alternatif li ber kurdan hene ji bo bidestxistina mafên xwe, ew jî, ev in:

  1. Amerîka û Rusya (Amerîka, Rusya, Fransa, Ewropa, Neteweyên Yekbûyî) dikarin bêyî ku bi dilê Tirkiyê be, bi PYD û ENKS´ re lihev bikin û wan wek hev di warê siyasî û leşkerî de hevbeş û desthilatdar bikin. Li vir rola Tirkiyê-Îranê tune ye, lê rola Amerîkayê zêdetirîn e. Ev alternatîf baştirîn e. Amerîka, Fransa, îsrael, Ewropa… dostên me ne.
  2. Rûsya, îran, Tirkiye û Amerîka dikare bi dilê Tirkiyê be, tenê ENKS´ê desthilatdar bikin û kontrola sinorên Roavayê Kurdistanê jî teslîmê Tirkiyê bikin. Ev daxwaza Tirkiyê ye, lê bi armanca ku ew bikaribe kurdan perçe bike. Li vir rola Tirkiyê, îran û Rusyayê zêdetir e, lê rola Amerîkayê kêm e.

Di rastiya xwe de şerê hundirî li Sûriyê ne maye, lê pirsgirêka Kurdan maye. Amerika, Fransa, Îsrael, Saudi-erebistan, Îran, Rusya û dewletên mayin weke kameravanan bûyerên Sûriyê û Roavayê Kurdistanê dikişînin. Amerika û NATO tevê hev bûne û ew bi hev re li dijî Daeshê şer dikin. Kurdistan tenê bi alîkariya Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Rusya, Fransa, Îsrael û dewletên mezin dikare çêbibe. Lê daxwazên van dewletan jî hene û daxwazên wan li hevkirina ENKS û PYD´ê weke şert  dibînin. Yanî qedera Roavayê Kurdistanê di yekitiya Kurdan de ye û pê girêdayî ye. Amerîka dixwaze PYD li dijî Sûriye û Îran´è bikarbîne û heta dixwaze nakokiyên Rusya û PYD´ê zêdetir bibin. Amerîka dixwaze têkiliyên Tirkiyê, îran û Rusya´yê jî xera bike û vê yekê armanca rûxandina Îran´ê ye. PYD jî, ji hembêza Esad/Sûriyê derbiketana û biketana hembêza gelê xwe. Lê mixabin di warê Yekitiya Siyasi ya Kurdistanî de mirov dibêje qet ENKS û PYD´ê  sonxwarine ku nebin yek. Heger wisan bidomînin dê herdu alî jî, têkbiçin.

Stockholm

28-02-2019

Maruf Yilmaz

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button