Kultur

Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Suriyê

Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Suriyê navê pirtûka François Louis Claude Marin e ku li sala 1758 an li Parîsê hatiye çapkirin û ev pirtûk ji aliyê Heval Bucak ve ji Fransî wergerandine ser zimanê tirkî.

Marin di pêşgotina pirtûkê de behsa wê yekê dike ku ji bo çi pêwîstî bi nivîsandina vê berhemê kiriye. François Louis Claude Marin dibêje min hewlda çîroka Mîrekî bi nav û deng binivîsim ku hindî di nava misilmanan de xwedî bi navûdeng be, ewqas jî di nava mesîhî û kristiyanan de jî bi navûdenge. Bêhempa û bêmînakên qeder û jiyana wî ku ew gihandiye vê astê, serkeftinên şoreşên wî yên ku li Rojhilatê kirîn û li Rojava jî bi balkêşî û bandora wê hate dîtin, bûyerên ku di dema desthilata wî da rû dane, her wiha min xwest şer û hûnerên wî û ezmûnên wî, nifşên nû ji nêzîk ve bizanin.

Her wiha François Louis Claude Marin dide zanîn ku heta ku bikaribe vê berhemê binivîse, ewî hemû nivîs û pirtûkên di dema sedsala 12 an de xwendine.

Ev pirtûka bi navê Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Suriyê ya nivîskar François Louis Claude Marin ji aliyê weşanxaneya Avesta ve hatiye çapkirin û pirtûk ji 432 rûpelan pêkhatiye.

 

Back to top button