Kultur

Dilber Cizîrî: Dixwazin beşdarî fîlmên sînemayê bikim

Li hevpeyvînekê de xanima Stranbêj Dîlber Cizîrî ku xelkê Cizîrê ya li Bakûrê Kurdistanê ye û eve çendîn sale li Almanya dijî, diyar kir ku wê çend projeye ji bo sala nû hene û hez dike kar li ser wan hemû projeyan bike.

Her wiha heta niha wê hizira wê yekê nekiriye, ku ew beşdarî fîlmên sînemayî da bike, lê daxwazî ji aliyê kompanyayan ve ji bo wê hatîne weku lehengek beşdarî fîlmên sînemayî da bike. Daxwaz ji wê hatiye kirin ku ew stranên duet li gel hindek hunermendan çêke, lê heta niha wê biryar nedaye ku ew beşdariyê di van her du karan da bike.

Dawî bi karê wê çêkirina klîpekê bû ku wê li gel stranbêj Îslam Zaxoyî û Mistefa Alanî gotiye ku ew klîp jî ji derhênana Azad Medî bûye.

Dîlber dibêje: Wê gelek surprise ji bo hejêkerên xwe hene û dîsa wê projeyek heye ku ew dê li gel stranbêjekê navdar yê Brîtanî kar bike û dê berhemekê nû di sala 2020 da çêke. Her wiha ew hez dike albumekê jî di sala nû da çêke, lê ji ber nebûna sponseran ew nikarê vî karî encam bide. Lê ew dê çendîn stranên singil belav bike. Her wiha ew wê beşdarî ahengên Newrozê yên li welatê Almanya û tirkiyê da bike. Berê jî wê straneka duet bi navê Edlayê li gel stranbêjê Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Weysî çêkiriye.

Back to top button