Çavdêrên siyasî dibêjin bi sedema siyaseta derveya tirkiye, projeyekî dijminsaziyê ji bo tirkiye birêveye, ji bo wê roj bi roj neyarên tirkiye li navçeyê û li tevahiya cîhanê zêdetir dibe.
Wê dema ku partiya dad û geşepêdan mijul bû xwe bigihîne desthilata tirkiye, Ehmed Davudoglu ku paşê bû Serok Wezîrê tirkiye, pirtûkek bi navê “kûrahiya stratejik” belav kir, ev kitêb di vê demê da dengvedaneke mezin li hundir û derveyê tirkiye de kir.
Yek ji teoriyên vê kitêbê û nêrîna Davudoglu ewe bû, tirkiye hewl bide kêşeyên xwe yên li gel welatên dewruber û nawçeyê sifir bike. Ev nêrîn li salên paştir bû risteyek, berpirsên tirkiye bê rawestan vê dirûşmê dûbare dikirin.
Hizra “sifirkirina kêşeyan” hizrek bû ji aliyê welatên navçeyê ve hate pêşwazî kirin û çend salek jî tirkiye kar ji bo wê dikir. Lê belê zêde berdewam nekir siyaseta derveya tirkiye pişta xwe li teoriya “sifirkirina kêşeyan” kir û berev rêyeke din ve çû.
Enwer Qerqaş Wezîrê Karubarê Derveyê Îmarat berî çend rojek li twitter pirsiyarek pêşkêşî berpirsên tirkiye kir û got: “Mafê me heye bipirsîn: Kanî prensîpa sifirkirina kêşeyan li gel welatên cîran ku siyaseta derveya tirkiye bangaweziya wê dikir?”.
Li peyamekî din da Qerqaş rexne li berpirsên tirkiye digrê û dibêje ew li asta welatên kendavê zimanekî nizm bikartînin. Ev berpirsê Îmaratê take kesek nîne ku têbîniya guhertinên li siyaseta derveya tirkiyê de kiribe. Belku gelek ji lêkolîner û çavdêrên siyasî beramberî li navbera siyaseta “sifirkirina kêşeyan” ya tirkiye ewê berî çend salan û siyaseta niha ya Erdogan dikin.
Rojnameyeke din jî li raporek da behsa ewe dike Receb Tayib Erdoganê serokê tirkiye, lîstok û yariya “dijminsaziyê” dike ji bo mayîna xwe û berjwendiya xwe û partiya xwe. Li raporê da behsa ewe tê kirin reftar û awayê dijminkaraneya erdogan gihîştiye wê astê ku dijî wan serkirdeyan bi kirêtî diaxive û hevdîtinên li gel wan de berevajî dike. Li ber dost û gelê xwe wan şermezar dike û biçûk dixe.
Li raporê de balê dikşîne li ser dû mînakan ku di dema derbasbûyî de rû daye. Ya yekem ew dem bû ku li meha kanûna yekem, dema receb tayib erdogan serokê tirkiye gihişt Tûnis û li gel Qeys Seîdî Serokê Tûnis civiya, piştî hevdîtinê erdogan got “Tûnis û tirkiye li ser ewe rêkeftine ku palpiştiyê li Hikûmeta Wîfaqî ya Lîbya bikin.”. Bi lez û bez Serokayetiya Tûnis daxuyaniyek belav kir û tevahiya axaftinên erdogan red kir. Li daxuyaniyê de Serokayetiya Tûnis de dibêje “Em dûpat dikin ku Tûnis qebul nake endamek bê li hîç hevpeymaniyekî bi vî awayî de”.
Paşê receb tayib erdogan serdana Cezaîrê kir û li gel Abdulmecîd Tebûnî Serokê Cezaîr civiya. Paşê ku Cezaîrê bi cîh hişt got: Serokê Cezaîr jêre gotiye Fransa pênç milyon Cezaîrî kuştiye, Ewe jî “Wate erdogan” daxwaz ji Serokê Cezaîr kiriye, belgeya li ser dagîrkeriyên Fransa bide wî. Her wiha erdogan got: “Serokê Cezaîr bi awayeke cûdatir ji ewên pêştir li Fransa temaşe dike”.
Wekî Tûnis, Cezaîr jî bi lez û bez axaftinên erdogan red kir û dûpat kir ku “Bîranînên niştimaniyên Cezaîr pîroziyên xwe heye û axaftinên bi vî awayî kêşe çareser nabin”. Renge eve nûtirîn rûdana dijminkariyê bê ku bi sedema erdogan ji bo tirkiye dirust dibe. Berê jî çendîn cûreyên din pêkhatiye ku rojname bi awayeke kurt behsa wê yekê kirine.
Her wiha erdogan li dijminayetiya Misriyan de berdewame, bi sedema wê yekê ku ew peywendiya li gel komeleya Birayên Misilman heye. Ji bilî wê jî qaşo dakokiyê li dosyeya Filistînê dike, erdogan berdewam rexne li komek welatên Erebî û Îslamî digre. Bi sedema dosyeya Ermenan û hevpeymaniya Bakurê Atlas ve, kêşe li gel Emanuel Macron dirust kiriye. Çendîn sale tevlî karubarên Sûriye dibe û cara dawî jî tevlî karubarên Lîbya jî bû.
Bi sedema destwerdana li karubarê welatan de neyarên tirkiye gelek zêdetir bûye.
Di derbarê Kurdan de jî pîsporên siyaseta derve dibêjin, dijminkariya herdemiya erdogan ji bo Kurd gihîştiye wê astê ku cara dawî tirkiye grûpên tundên li tirkiye bikaraniye.
Li dawiyê de tê gotin ku “Rikeberên tirkiye dibêjin awayê erdogan li duristkirina dijminan tirkan aciz dike, ji ber ku dizanin ev siyaset peywendiya wan li gel gelên navçeyê têk dide”