Dijitiya Barzanî çi çareser dike?
Taybetî piştî hilbijartinên parlementoya Tirkiye malpera li ser PKKê ve Lîkolin, di derbarê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî PDKê de dezinformasyonekî belav dike û bi derew û nûçeyên nerast şerek ji etîka siyasî û mirovatî dûr li dijê rêbaza serxwebûna Kurdistanê û xeta netewî dike.Herweha cardin hinek nivîskarên vê malperê eşkere gotin ku “ Me Erdogan êxist niha jî dora Barzaniye“ Ev alî gelek bi zanebûn van gotarên di ne cih de belav dikin. Bi vî awayî siyasetek rizî û bê ehlaqî li gel hevalbendên xwe yên li Başûr, dest leyiztikek qirêj kirin.23ê Hezîranê hinek aliyên siyasî ku di desthilatê de ne wek partiyên opozisyonê xwestin PDKê ji derê siyasetê bihêlin.Li tu deverê cîhanê kesekî neditiye û ne bihistiye mirov desthilat be û rolê muxalefetê li dijê partiyekî din bileyze. Ev jî nimûnê demokrasiya YNK û Goran e.Ji aliyek din heta niha li Kurdistana Başûr hemû gav bi awayek tifaqî hatine avêtin. Niha jî 5 partiyên ku di parlementoyê de hukumetek hevbeş netewî pêkanine.Hemû tişt li hevhatina navbera van partiyan de hatiye pêkanîn. Çi bû ji nivşkafa xediyên desthilatê di vê pêvajoya zîz de bûn leyiztikek di destê Îranê de?Kî çi bêje bila bêje, îro du xetên netewî li temamê Kurdistanê eşkere bûne. Xeta ku Barzanî serkêşiyê dike xeta netewî û herweha xeta Kurdistanê ber bi ragihandina dewleta Kurdî ve dibe.Xeta duyem xeta ku PKK serkêşîyê dike xeta li dijê dewletbûna Kurdan e, Bexda, Îran û rejima Esed alîgirên vê xetêne.Herweha ya herî balkêş ew ku alîgirên xeta PKKê bi tyenê dijitiya Barzanî û PDKê hatine ba hev.Taybetî idelogên PKKê Barzanî bi dîktatorî û ne kesayetek bi tolerans didin nasandin.Li Başûr partiya herî mezin û behtir denga distine PDK ye. Lê PDK her demi li gel aliyên din yên siyasî hevkariyê dike desthilata Kurdistanê bi awayek hevbeş rêve dibin.Dema behsa toleransê bê kirin, li Kurdistanê Barzanî nimûna herî baş e. Barzanî dixwaze her kurdekî hemêz bike, qedir dide hemû aliyên siyasî û ew siyaseta wî ye ku îro dijminê Kurdistanê dişkin û li Başûr yekitiyek di nava mala kurd de heye. Ji xwe tişta îdeologên PKKê û mamustayên wan jî ne rihet dike ev e.Ji aliyê din li Bakurê Kurdistanê PKK ji bilî xwe kesek din qebûl nake. Xwe bi tenê nînerê kurda dibîne. Her tişta dike raste li gora wan rast e û aliyên din piraniya cara bi xiyanetê û tiştên xirab itham dike.Li Rojavayê Kurdistanê PYD ji bilî xwe kesek din nabîne û rê nade ku hêzên din yên Kurdistanî rolê xwe bileyzin.Li gora PKKê yê ne di bin sêwana wan de be xayîne. Ev yek jî nimûna toleransa siyaseta PKKê ye.8.7.2015Dara Bilek