Nivîsar

Dijberên AK Partiyê di nava AK Partiyê de ne

Di mêjûya Komara Tirkiyê de çu partî, weke AK Partiyê sê caran li ser hev nehatiye desthelatiyê û sê caran li ser hev dengên xwe di hilbijartinan de jî zêdetir nekirye. Ev tê wateya ku AK Partî ji aliyê hemwelatiyan ve tê destekkirin. Lê belê ev destek jî, heta radeyekê tê kirin. Piştre gava xelk bibîne ku AK Partî êdî bersiva pêdiviyan nade, hingê wê xelk çavên xwe li desthelatiyeke din bigere.

Çewa ku tê zanîn, ev pêngava sisiyan e ku AK Partî li desthelatiyê ye. Li gor xwe di van deh salên bihurî de pir tiştên erênî jî kirine, lê dikaribû erênîtir jî bikira. Lê belê ji ber ku dijberên wê, di nava wê bi xwe de ne, xurt in û astengiyên mezin jê re diafirînin, AK Partî nikare her tiştê ku dixwaze,  bike.

Di rastiyê de hin dîtin û daxwazên serokwezîr Erdoganî, li gor mercên dinyaya nû yên baş hene û pêşverû ne jî. Lê mixabin hin şêwirmend û pisporên wî yên ku agehiyan digehîn wî, ragîhandineke şaş û çewt dikin, xasma jî hin kesên ku li derveyî welêt kar dikin bi xeletiyên mezin agahdarî didin AK Partiyê. Îcar ew jî li wê gorê dema tevdîra xwe  werdigire, hingê berê wê ji riya rast vedigere ser riya xwar û tûşê xeletiyan dibe.

Hin kes di nava AK Partiyê de hene û endamên wê ne, lê di rastiyê de ew bi girêdaneke polayî bi Ergenekon, CHP û MHPê ve girêbestekirî ne û karên wisa bêmirêz dikin ku ew kar hem di qada hidur de hem jî di ya Navnetewî de xisareke mezin dide AK Partiyê. Îcar dema rûdanên wilo derdikevin holê, kes êdî behsa navê wan kesên xirab nake û kes wan nanase jî, lê her kes behsa ku AK Partî ev xirabî kirine dike.

Gotineke rastî heye, dibêjin: Riya aqil yek e, çi li Tirkiyê be, çi li Kurdistanê be û çi jî li derveyê van du welatan be, her tenê riyeke rast heye ku ji aliyê aqilve tê peyitandin. Kesê ku li wê rê neçe jî, ew dikeve riya xwar û çewt.

Bêguman gava wezîrekî hikûmeta AK Partiyê hin karên bêmirêz mîna kevnewezîrê navxwe Idrîs Naîm Şahîn ku dikir bike û eger serokwezîr Receb Teyib Erdogan jî li hember kiryarên wî temaşevan bimîne, helbet sintîrkên rexneyî yên pir tûj dê herin ser wî. Îcar çara vê yekê jî ev e ku tevdîrên rewa bêtin wergirtin û li gor mercên navxwe û yên derveyî karine bi rêkpêk werin kirin. Yanena, wê guhertinên mezin li Tirkiyê çêbibin.
 
A. Behram Badik

Back to top button