Nivîsar

Pêvajoya Îmralî

Dewleta Tirkî xwedî tecrubeyên hezar salan e. Ji çalakîyên greva birçîbûnê bigrin heta ango Dewleta Tirkî xwest ko Ocalanî bihêz bibe. Armanc bi pêvajoya Îmralî hevdîtinên li gel Ocalanî ceribandinek bû, ka gelo çiqasî Ocalanî li ser PKK/BDP-ê desthilatdare û bandorvane.

Li gor rojnameya Huriyet a Tirkî di raporta xwe de bal kişandiye ser 4 xalên giring yên di navbera dewleta Tirkiyê û Ocalanî de li ser hatiye lihevkirin. Da ko di qonaxek nêz de biryara dest ji çek berdanê bê girtin.

Ew her çar xal jî bi vî awayî rêzkirine:

1- Ji bo ku pêvajoya hevdîtinan bi awayekî erênî birêve biçe, li dawiya zivistanê endamên PKK`ê yên li nava Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê vekêşin bakûrê İraqê.
2- Herêmên Kurd yên li bakûrê Sûriyê jî ji bo vekêşana endamên PKK`ê bê bikar anîn.
3- Nîva werzê havînê (demsala havînê) PKK`ê Kongira xwe ya 11`emîn lidarbixîne û tê de biryara dest ji çek berdanê bê girtin.
4- Serokê PKK`ê Abdulah Ocalan wê bi nameyekê rawestandina çalakiyan ragihîne.

Li ser rûyê gerdûnîyê ti serokên bizava rizgarîxwazên netewî, teslîmîyet nîşanî gerîllayên xwe nedaye û biryarek wiha pêşnîyar nekirine. Ji bili BDP-ê ti partîyên mîlletên bindest nexwestine ko dagirkerên wan bihêz bibin û di herêmê de bibe dewleta yekem. Loma di bûyera Parîsê de, hemû parlamenterên BDP’yî bi yek zimanî digotin: “Hîn derdor naxwazin ko Tirkî bihêz bibe”. Qaşo sîyasetê dikin.

Piştre Ocalanî bi MÎT-ê re hevdîtin pêk anî û pêvajo dest pê kir, Serokwezîrê Tirkî Erdogan got: “Bila PKK-yî çekên xwe deynin û ji Tirkiyê derkevin”.
Ocalanî jî bi rêya MÎT-ê peyamek ko naveroka wê nedîyare û silav ji Qendîlê re şandibû.

Li ser pirsa rojnamevanekî bo Selahattîn Demîrtaş: “gelo Serokê PKK`ê yê zîndankirî Abdulah Ocalan tu nameyek şandiye ji PKK`ê re û daxwaza çekdanînê li wan kiriye?”
Hevserokê BDP`ê Selahattîn Demîrtaş wiha bersîv dide: “Ocalan tenê silavên xwe bo PKK`ê şandiye.”

Rojnamevan dîsan pirs kirîye, ku “wateya silav”ê çiye?”
Demirtaş di bersiva xwe de radigihîne ku, “wateya silav; ewe ku Ocalan ji PKK`ê re dibêje (Me dest bi pêvajoyê kiriye, ê hûn çi dibêjin?.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK-ê Mûrat Karayilan bersiv dabû daxwiyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û gotibû;
“Hûn kê ji welatê kê derdixin? Ev der welatê me ye. Hûn ji derve hatine, hêza we welatê me dagir kiriye. Ger kesekî ku divê ji vî welatî derkeve hebe ew jî hûn in.”

Bi ya min ev bersîvek di cîh de bû. Ev daxuyanîya Mûrad Karayilanî tenê ne ji boy bersivdayina Erdoganî bû, her wiha ji boy bersivdayîna Ocalanî jî bû.
Gelo Mûrad Karayilanî dê çiqasî li ser van gotinên xwe be, nizanim.
Di nava PKK-ê de gelek serokên fraksîyonên cûr be cûr hene. Gelo hemûyên wan di heman fikrê de ne, ne dîyar e.

Yanî Murad Karayılanî bîr û bawerî bi Ocalanî û bi pêşnîyarîyên wî jî neanibû. Ji xwe bi destpêka pêvajoya Îmralî de, wezîrê Tirkî Beşîr Atalay gotibû: “Ev planek entegrasyonê ye.” Loma Serokê Konseya rêveber yê Koma Civakên Kurdistan`ê (KCK) Murad Karayilanî gotibû:
“Divê ku di hevdîtinên pêvajoya Imralî`yê de, Koma Civakên Kurdistan`ê (KCK) jî beşdar bibe, û ji bo vê yekê divê ew rasterast ligel serokê PKK Ebdula Ocalanî biaxifin û pêvajoyê gotûbêj bikin. “.
Û her wiha Karayilan aşkere kiribû û gotibû:
“Tiştê bingehîn ewe ku dewlet digel hêzên PKK yên çekdar rûne ji ber vê yekê jî divê KCK rasterast digel Ocalanî li girtîgeha Îmrali`yê biaxife.”

Di vê pêvajoya hestewerî de BDP hêjî nizane ko ewê vebijêrkek rasteqînî (alternatîfek realîstî) çawa hilbijêrên. Gahî Selahattîn Demîrtaş dibêje: “Bi dîtina min jib o berdewamkirina vê pêvajoyê û gihêştina çareseriyê, pêwîste nav (pêvajoya Hewlêrê) be û pêwîste Qendîl û Tirkiyê li Hewlêrê bicivin.” û gahî dibêje: “Bo çareserîyê em ne muxatab in, Îmrali muxatabe.”

Îhtîmalek mezine ko BDP, li gel Îmralî cîh bigrin û Qendîlê li derveyî pêvajoyê bihêlin.

Li ser van gotinên Demîrtaş, alîkarê serokê partîya dad û geşepêdanê (AKP) û peyvdarê evê partîyê Husên Çelîk, rexneyên tund û di cîh de li BDP’yîyan girtibû û gotibû:
“BDP’yiyan ji bo çûyîna Îmrali serlêdan kirine. Hûn jî dizanin berê dema berdana çekan dihat rojevê BDP’iyan digoti, em ne muxatab in, Îmrali muxatabe. Piştre Ocalan bi MÎT re hevdîtin pêk anî û pêvajo dest pê kir. Niha jî BDP dibêje divê em jî weke partiyê di nava pêvajoya çekberdanê de cih bigrin. Em jî dipirsin ‘Ka we digot, em ne muxatab in?’ BDP niha jî dibêje divê hem em, hem KCD hem jî KCK di nava pêvajoyê de cih bigrin. BDP nizane çi dibêje û çi dixwaze. Mijarê dibe û tîne.”

Ji xwe di heman demê de rayedar û berpirs û rêveberîya Kurdistana Başûr ya Federal gotine: “Bo çareserkirina kêşeya Kurdî li Bakur, em amadene ko alîkarîyê bikin.

Xwezî Demîrtaş ji dil bûya ko gotîyê: “Bila Hewlêr jî daxilî pêvajoyê bibe”. Lê bawer nakim, xwest ko Hewlêr jî têkeve teşqele û arîşeyên Îmralîyê.
Eger ko heta ango bi serperîştîya Cenabî Kak Mesûd Barzanî, şîret û rêbaz û pêşnîyazîyên wî hatiba pejirandin, kêşeya doza Kurdistanê ya li beşê Bakur, zûde çareser dibû.

 

Mehmet Emin Özbilen

(Nasnama.com)

Back to top button