Di siyaseta neftê de Goran û Bexda
Cîgirê serokê kutleya Tevgera Goranê li parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku kontraktên patrolê yên wezareta derametên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê digel kompaniyên patrolê yên cîhanî ne şerîyne û divê hûrgiliyên wan kontraktan bikevine ber destê parlamentoyê.
Rêbaz Fetah cîgieê serokê firaksyona Goran li nav parlamentoya Kurdistanê ji NRT re got:
– Me bi fermî kompaniya Exxon Mobil agadar kiriye ku datayên kontrakta bi hikûmeta herêma Kurdistanê re îmza kiriye eşkere bike. Eger Exxon Mobil hûrgiliyan eşkere neke, dema terazûya hêzê li Kurdistanê tê guhertin ku, ev yek jî nêzîke, hinge dê Exxon Mobîl berjewendiyên xwe li herêma Kurdistanê ji dest bide.
Cîgirê firasyona Tevgera Goran di berdewamiya axavtina xwe de got ku eger ew hikûmetê bidest bixin, hîngê bi tu awayî bi kontraktên hikûmeta herêma Kurdistanê digel kompaniyên patrolê îmza kirine pabend nabin.
Ji gotinên parlamenterê tevgera Goranê diyar dibe ku eger rojekê hikûmeta herêma Kurdistanê bikeve destê wan, ew dê hemû kontraktên patrolê yên heta nuha hikûmeta herêma Kurdistanê bi kompaniyên biyanî re îmza kirien hilweşînin û dê siyaseta neft û gazê ya herêma Kurdistanê bêxin dest hikûmeta Bexdayê. Ji ber ku wezareta neft û gazê ya hikûmeta Îraqê û şexsê Hisên Şehristan cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê jî li dijî kontraktên herêma Kurdistanê ne. Di vê xalê jî de tevgera Goran û hikûmeta Bexdayê hemfikirin.