CivakKultur

Di sîstema perwerdê de refurmên girîng çêdibin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarê Konferanseka Wezareta Perwede bû ku bi alîkariya YUNISEF bi navê “têçûn û qezencên perwerde” li Hewlêrê hatibû sazkirin.Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de hêviya serketinê û encameka erênî ji bo vî konferansê xwest û xuya kir sektora perwerde û fêr kirinê li Herêma Kurdistanê ji destpêka damezrana Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringî jê re hatiye dan û hikûmet li gor şiyan xwe piştîvaniya vê sektorê kiriye û hewl daye sektora perwerde bibe xudan sîstemeka modêrn û pêşketî li gor pîvanên navdewletî.Serokwezîr her wiha got em li gor pirograma kabîneya heştem ya hikûmetê li ser reformên sîstema perwerde û xwendina bilind û fêr kirinê berdewam dibin û pêwîstî û billind kirina asta zanstî ya mamostayan û giringîdan bi vekolînên zanistî û xwendina pîşeyî dabîn dike ji bo misoger kirina derfetên kar û kêm kirina asta nexwendariyê.Her wiha got heya dema ku Hikûmeta Îraqê budceya Herêma kurdistanê qut kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabîn kirina pêwîstî yên sektora perwede xemsarî nekir. Lê piştî qeyrana darayî ev sektor mîna tevahiya sektorên din li herêma kurdistanê kete bin bandora xirap ya rewaş darayî û budceyên wê bi naçaraî hat kêm kirin.Amaje bi vî yekî jî da,  her çend Hikûmeta Îraqê budceyeka pitir ji bo sektora perwerde xerc dike, lê hêşta perwedeya Herêma kurdistanê li perwerdeya Îraqî pêşketîtire û bi leztir pêş dikeve.

Serokwezîr her wiha got di navbera sala xwendina 1990-91 heya sala xwendina 2016-17 hijmara xwendekaran ji 534,962 ji bo 1,738,521 xwendekaran zêde bûye. Hijmara mamostayan jî ji 1,320 ji bo 6,789 mamostayan zêde bûye. Rêjeya nexwendinê jî ji sala 2014 heya sala 2017 ji 34% ji bo 15% daketiye.Her wiha got perwerdeya pêşketî û saxlem bi wateya civakeka pêşketî û saxlem e. Me bawerî bi cê yekê heye, lewma em hewlê didin sîstema perwerde, kuwalîtiya xwendinê û bilind kirina asta perwerde û fêr kirinê baştir bibe.Nêçîrvan Barzanî ev yeke jî got hikûmet kar dike ji bo pêş xistina xwendina pîşeyî li hemû waran û giringiyeka zêdetir jê re dide ji bo vê yekê bikaribe ji bo hemû biyavan pişt bi şiyan û jêhatiya navxweyî li Herêma Kurdistanê bihê qahîm kirin. Vekolînên UNISEFê ji nşîan dide ku xwendina pîşeyî dahateka zêdetir misoger dike.Serokwezîr her wiha daxwaz ji rêxstinên navdewletî, yarmetîderan, xêrxwazan û dewlemwndan kir alîkarî û piştîvaniya sektora perwede bikin. Bi amaje kirin bi qeyrana darayî jî got berî vê aeyranê, budceya taybet ji bo ava kirina xwendingehan û avahiyên perwerde hebû, lê piştî qeyrana darayî heya niha nêzîkê 300 piroje yên ava kirina xwendingeh û avahiyên perwerde hatine sekinandin.Li dawiyê jî  amaje bi rola giringa mamostayan û Yekêtya Mamostayên kurdistanê kir ku zêdebarê hemû sextiyan nehiştin piroseya xwendinê û perwerde bihê westandin û erkê mirovî û niştîmaniya xwe bi cih anîn. 

Back to top button