Li Rihayê ji bo nakokiya zevîyan di navbera du malbatan de şer derket ,di şer de çek hatin karanîn û di encam de 5 kesî jiyana xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûn.
Ev bûyer doh danê êvarî li ser rêya Rihayê û Hewengê li gundê Remzi rûda. Demek dirêj bû di navbera malbata Avci û Polat de, ji bo zeviyan neyartiyek hebû. Herdu malbat ji bo nakokiya xwe çareser bikin hatin bahev. Di navbera malbatan de axavtin ber bi tundiyê ve çû. Di encam de herdu malbat bi çekan şerê hev kirin. Şer heta li ser rêya sereke ya Rihayê berdewam kir.
Piştî hêzên asayîşê hatin deverê şer sekinî û birîndar û kuştî rakirin nexweşxaneyê û 3 kes jî hatin binçav kirin.
Di bûyerê de;Emin Avci, Omer Avci, Mistefa Avci, û Elif Avci ji aliyekî hatin kuştin ji aliyê din jî Ibrahim Polat hate kuştin. Rewşa 3 birîndarîn nexweşxaneyê jî xedar e.