Civak

Di şerê du malbatan: 2 mirî û 9 birîndar

Li Hilvanê qeza Rihayê di navbera di malbata de şer derket û di encamê de, du kesa jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn. Birîna 5 kesan girane û xetera ku jiyana xwe ji dest bidin heye.Malbatên ku şer kirin, keç dabûn hevû din û bibûn xizmên hev. Ji bo heman sedemê di navbera wande neyarî çûbû. Duh êvarî li Hilwanê di kolanê de rasta hev hatin. Piştî minaqeşeyek bi devî dest avêtin çekan û şer kirin.Di encam de du kesa jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de du zarokên ku li kolanê dileyiztin birîndar bûn. Zarokên bi Navê Mehmet Emin A. û Bahoz A. rakirin nexweşxaneyê.Rewş li Hilwanê awarteye hêja metirsiya ku herdu malbat bêne himber hev heye.

Back to top button