Cîhan

Di şerê DAIŞê da roleka serekî ya Herêma Kurdistanê hebû

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins di konferanseke rojnemevanî da aşkere kir di şerê li dijî DAIŞê da rolên serekî yên Encumenî Asayîşa Herêmî Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû.

Myles Caggins li Hewlêrê di konferanseke rojnemevanî da axivî û da zanîn ku ew hewl didin bi ti awayî DAIŞ li Iraqê nemîne. Myles Caggins behsa duristbûna DAIŞê di salên 2013an û 2014an kir û da zanîn ku ew rêxistina terorîst li rojavayê Iraqê li biyabanan durist bû û ew herêm dagir kirin. Herwiha ji rojava û rojhilatê Iraqê êrîşî Herêma Kurdistanê jî kir lêbelê Pêşmerge li dijî wan westiyan.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Myles Caggins got: “Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, destê alîkariyê dirêjî me kir û zanyariyên gelekî zêde dane me. Rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge gelekî baş bû di şerê li dijî DAIŞê da.Pêşmerge li sînorê Mûsilê û dorûbera wê karîn şerê DAIŞê bikin û wê têk bibin. Herwiha alîkariya me hevpeymanan kirin û hemû kelûpelên serbazî yên DAIŞê jinav bibin û DAIŞê paqij bikin.”

Myles Caggins da zanîn ku di proseya şerê li dijî DAIŞê da nêzîkî 2 hezar Pêşmerge şehîd bûn û 11 hezar Pêşmerge jî birîndar bûn bi sedan jin û zarok bêbav bê bira bûn.Ev nîşaneya wê yekê ye ku ev xaka bo wan xeta sor bû û amadebûn xwîna xwe û canê xwe bo wê xakê bikin qurbanî. Em ê berdewam bin li ser hevpeymaniyê û di şerê li dijî terorê da. Kurdistanê û Pêşmerge selmandiyê ku çawa qehraman e. Wê alîkariya me û rahênana me bo Pêşmerge berdewam bike.“

Myles Caggins di dawiya axaftina xwe jî da tekez kir ku hemahengiya wan ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dike û wan hêzên xwe li bajarê Deyrazorê bi cî kirine.

 

 

Back to top button