CîhanRojev

Di serdema Talîbanê de 218 xebatkarên hikûmetê hatine kuştin

 

Li gor rapora ku ji alîyê nûnertîya Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê UNAMA ve hatiye weşandin, ji dema desthilatdarîya Talîbanê û heta niha 218 karmend û leşkerên berê yên hikûmetê bê dadgeh hatine kujtin.

UNAMA, ragihand ku hejmarek mezin ji karmendên hikûmetê, leşker û polîsên berê piştî ku Talîban li Afganîstanê bûye desthilatdar hatine kuştin. Li gor rapora ku roja Sêşemê hat weşandin, ji nîvê Tebaxa 2021an û vir ve 218 kes bêyî darizandin hatine kujtin. Nûnertîya Netewên Yekgirtî ragihand ku qurbanî ji alîyê hêzên ewlekarî yên Talîbanê ve berî ku bên kujtin, hatine girtin. Raporê bal kişandiye ser wê yekê ku bi piranî karmend, leşker û polîsên alîgirên hikûmeta berê yên rojava bûne armanc.  

800 BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN 

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî UNAMA dibêje ku revandin ku êşkencekirin, girtinên keyfî û gefxwarinên li karmendên hikûmeta berê û herwiha kujtinên bê mehkeme zêde bûne. Di raporê de hat diyarkirin ku li her 34 parêzgehan binpêkirinên mafên mirovan pêk hatine û herî kêm 800 bûyer hatine zanîn. Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî UNAMA herwiha bal kişand ser girtina keyfî ya 424 leşker û endamên hikûmeta berê. Rejîma Talîbanê ragihandibû ku piştî hatina ser desthilatdarîyê ewê karmend û leşkerên berê yên hikûmetê efû bikin.

Rejîma Talîban di destpêkê de peyamên nerm didan, lê bi demê re gelek kiryarên otorîter û paşverû pêk anîn. 

 

Back to top button