Di ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn
Di ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn. Komkujiya Mereşê di dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de şopek bi êş hişt. Di Komkujiya Mereşê ya ku 7 rojan dewam kir û welatiyên Kurdên Elewî bûn hedef de zêdeyî 120 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran brîndar bûn.
Di Kanûna 1978an de, li bajarê Mereş (Kahramanmaraş)ê Bakurê Kurdistanê Komkujiya Mereşê pêk hat. Di Komkujiya Mereşê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Ev bûyer nîşaneyên aloziya siyasî û pirsgirêkên Tirkiyê yên wê demê ne.
Komkujiya Mereşê di navbera 19 û 26ê Kanûna 1978an de li Mereşê li dijî Kurdên Elewiyan pêk hat. Li gor amarên fermî, di bûyerên heft rojan de 120 Kurdên Elewî hatin kujtin. Zêdeyî 200 malên Kurdên Elewî hatin şewitandin û nêzî 100 cihên kar jî hilweşiyan.
Di dawiya dadgeha bîst û sê salan de 22 kes bi îdamê, 7 kes bi cezayê heta hetayî û 321 kes jî di navbera 1 û 24 salan de hatin cezakirin. 68 kesên ku di qetlîamê de rolek girîng lîztine, nehatin girtin.
Di encama êrîşan de li gor daneyên fermî 150 kes mirin, bi hezaran kes birîndar bûn, zêdeyî 200 malên Kurdên Elewî jî şewitîn. Nêzî 100 kargeh hatin hilweşandin.
Li gor daxuyaniyên ne fermî hejmara miriyan nêzîkî 500î ye.