Nivîsar

Di roja Jinê de ji bilî gulan em dikarin ci pêşkêşî wan bikin?

Gava ko mirov berê xwe dide rewşa jinê di roja wê ya cîhanî (8ê adarê) di sedsala 21an de, mirov matmayî dimîne. Ban Kî mon sekretêrê YM dibêje :”Zora li dijî jinan û zarokên keç di hemî dewletan de heye” yanî di her 192 dewletên endam de, ko di nav wan de dewletên pir pêşketî hene. Ev yek diyar dike ko mêr hîna serdestî civatê ye, ji roja ko civat ji matrêrkî bû patrêrkî, û bi ser ko gavên pir mezin di civat û dewletên pêşketî de hatine avêtin ji bo azadiya jinan û wekheviyê bi mêran re û bidesxistinên pir girîng di destûr û qanûnê de, lê hîna jî zora li dijî jinê heye. Eger ev newekhevî li Emrîka, Ingêltra, Fransa û Swêd hebe, dêmek li Asya û Efrîka û hemî civatên paşketî de wê rewş pir xirab û tracîdî be, û ji bo ko hinekî mirov rewşê baştir bibîne dixwazim hinek statistîkan pêşkêşî xwendevanan bikim.

-Bêtir ji nîvê jinên cîhanê (yên ko temenê wan bêtir ji 15 salan e) nikarin bixwînin yan binivîsin.
-Her yek ji ses jinên cîhanê, li mal tûşî zorê dibe.
-Li USA 700,000 jin salê tûşî zora seksî dibin (tecawiz), û li Efrîka Başûr 1411 jin rojê tûşî eynî tiştî dibin.
-ji sedî 50 ji bûyerên kuştinê li Bengladês ew  jin in ko li ser destê mêrên xwe têne kuştin.
-Nêzîkî 120 milyon keç salê têne sinet kirin.
-Li Fransa 95% ji qurbanên zorê jin in, û li Hindistanê 80% ye.
-Di serokatiya karên bazirganî yên cîhanê de bi tenê 2% jin in.
– Di perlemanên cîhanê de 15%  jin in.
-Di 93 dewletên cîhanê de tu wezîrên jin nînin, û bi tenê %3,5 ji wezîrên cîhanê jin in.
-Yek milyar kes di bin xêza xizaniyê de dijîn (kêmtir ji 1 dolarî di rojê de) ji wan 70% jin in.
-Salê nêzîkî 5000 kuştinên jinan ji bo (şerefê!) hene..(ji bilî yên ko nayêne naskrin û tomarkirin)
-Di cîhanê de tu dewlet mèaşê jinan weke yê mêran nade û yê jinan her kêmtir e.
-Jin 80% ji xwarina cîhanê derdixe lê 10% ji alîkariyên çandiniyê werdigre.

Ji xwe pirsên saxlemiyê û anîna zarokan û  ji ber xwe birina zarokan bi zorê û civatên ko zorê vedişêrin û bi sedan zorên din li jinê di van nimrên jorîn de nînin. Ev nimre bi tene hinek nimûne ne.

Ev tablo pir reş e û dilê mirovan  dêşîne, û bê umêdiyekê peyda dike, ji ber ko ne mumkin e ko civat saxlem be û xweş bi rê ve here eger nîvê wê nexweş û di bin hewqas zor de be. Civat bê goman seqet e û wê rola xwe ya rast nelîze.

Li Kurdistanê rews ne dûrî vê tabloyê ye eger ne xirabtir û dijwartir be. Li hemî parçên Kurdistanê jin bindest e û zor lê tê kirin, lê statistîk di destê me de baş nînin, lê dîsa jî li Başûrê Kurdistana hinek rêxistinên civata sivîl lêkolîn û statistîk belav kirine û weke nimûne li Hewlêrê di sala 2006 an de 545 jinan xwe şewitandin. Ev bi tenê yên ko li nexweşxanan û li ba dektoran hatine qeyd kirin û tê goman kirin ko jimar ji wilo bêtir e, ji bilî bûyerên zorê ko li dijî jinan tê bi kar anîn. Ev zor dikare dîrekt be wekû lêdan û kuştin û dikare veşartî be weke dûrxistina jinê ji kar û xwendinê û kêmkirina wê ..Rawestandina li ser reng, sedem û encamên zora li dijî jinê di vê gotarê de zor e, loma dihêline careke din..!

Ji zora herî eşkere û tund û hovan e li dijî jinê di civata kurdan de, kuştina bi navê namûs û şerefê ye. Hinek bûyerên kuştinê yên hovan e di malperan de jî belav bûn , weke wê keça kurd ya ciwan ko bi lêdanê û kuçan hate kuştin, bi destê  dehan kes ko wêneyê wan di wê bûyerê de weke mirovan diyar dibû, lê bi rastî ew dewar û hov û qet misqalek mirovatî li ba wan nebû..Bûyerên bi vî rengî  hem li Kurdistanê hem jî li welatên ewrûpî ko kurd lê penaber in pêk tên, û ji bilî ko neheqiyek û zilmeke pir mezin e li dijî jinê ko pêwîst e bi tundî her kes li himber raweste, ew her weha wêneyê kurdan pir xirab dike û ew sempatiya ko pêwîst e bistîne weke miletekî bindest û bê maf , berûvajî dibe û miletên ewrûpî nefretê ji vî karî dikin û ev yek bandora xwe li pirsa kurdan ya siyasî jî dike.

Weke min li jor gotî civata ko jin lê ne azad be civateke nexweş e, û heta kurdistaneke azad bêy ko jin lê azad be, kurdistaneke seqet e..Di vê roja jinê de ji bilî pêşkêşkirina gulan ji wan re, ya herî baş ko mêr pêşkêşî wan bike ew e ko mêjiyê xwe biguhere û dîtina xwe ya hezarên salan û helwesta xwe li himber jinê biguhere yan na em ê her di dereweke mezin de bijîn. Azadiya jinê mercê herî sereke ye eger yê ne bi tenê be ji bo azadiya civatê, û eger civat ne azad be ji xwe axavitina li ser pêşketin û meşa bi demê re dibe gotinên vala û bê wate û xewin..Şeref û namûsa mezin ya mirov ew e ko mirov rêzê li mafê mirovan û di serî de mafê jinê bigre û qet ne ew e ko mirov keça xwe yan jina xwe bikuje yan sax bike gorê de ji bo ko di nav milet de serê xwe bilind bike !!.Ev bê namûsî û bê şerefî ye û ne tiştekî dî ye.

2010-03-07
Kamîran Haco

Back to top button