Îro dema rewresmek ji bo weşartina termê siyasetmedarê kurd Mişel Temo hatî kirin, hêzên ewlehiya rejimê êrîş birin ser xelkê ku merasimê de amade bûyîn. Di encama êrîşa hovana ya hêzên rejima Surî 2 kes hatin kuştin û nêzikî 20 kesî jî birîndarin.\n\nÎro li Bajarê Qamîşlo kurd bi girsehî tevlî rewrisma weşartina termê siyasetmedarê kurd Mişel Temo bûn. Bi dehê hezaran xelk cenazeyê Temo ser milê xwe rakirin. Alayên Kurdistanê hatin bilindkirin. Hêzên asayîşa rejima xwînxwar êrîş birin ser girsehiya xelkê û teqe li wan kirin. Li gora agahdariyên bi telefonê gihayîn heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 birîndar hene.\n\nLê hetta kêliya dawî jî mirov nizanê çi dibe. Kesek di xwepêşandanê de bi rêya telefonê da xuyakirin ku, hezên ewlehiya Surî xelkê xwepêşandanê de provaka kirin, bi gulan bera xelkê dan. Tişta tê zanîn heta niha du kesan jiyana xwe ji dest daye. Rastî hêjmara birîndara nayê zanîn.