Di navbera şêxên Tilloya Sêrtê şer derket
Li Sêrtê di navbera xizmên namzetên AKP û SP ê de şerê çekdarî derket ku ev malbat wekî malbatên Şêxan têne naskirin û di şer de Behmen Aydin Namzetê SP ê yê Serokayetiya Bajarvaniya Navçeya Tilloyê jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan doh di navbera Mehmet Mesut Memduhoglu Namzetê Serokayetiya Bajarvaniya Navçeya Tilloyê û Behmen Aydin Namzetê Partiya Saadetê Behmen Aydin da gengeşe derketibû ev gengeşe li navenda Sêrtê jî berdewam kir û li Yenîmahalleyê di navbera her du aliyên ku di heman demê de mirovên hevin de nîqaş derket û pişt re jî şer derket.
Di şer de namzetê SP ê Behmen Aydin (60) li cihê bûyerê de jiyana xwe ji destda û Îsmaîl Mers (25), Recep Memduhoglu (38), Idham Aydin (51), Abdulkerîm Abbasîoglu (50), Abdulkerîm Memduhoglu (29) û Mehmet Beyazit Abbasioglu (24) birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.