Cîhan

Di navbera Iraq û Îranê de peymana ewlehîyê hat îmzekirin

 

Iraq û Îranê li ser ewlehîya sînor peymanek ewlehîyê îmze kirin. 

Li gor daxuyanîya nivîskî ya Ofîsa Çapemenîyê ya Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Lijneya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê Elî Şemhanî re civîya. 

Di hevdîtinê de, ku tê de peywendîyên her du welatan û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin, Sûdanî diyar kir ku ew rê nadin Iraq li dijî ti welatekî cîran bibe “herêma êrîşkar”. Di hevdîtinên Sûdan-Şamhanî de peymana ku di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de bi navbeynkarîya Çînê hatiye îmzekirin jî hat nîqaş kirin,lê têkildarî mijarê agahî nehat dayîn. 

Di çarçoveya hevdîtinê de bi Îranê re peymanek ji bo xurtkirina hevkarîyên di warê paraztina hevpar û ewlehîya sînoran de hat îmzekirin. 

 

 

Back to top button