CîhanPolîtîk

Di navbera Amerika û Kurdistanê de peymanek dîrokî

Li Hewlêr cara yekem e peymanek leşkerî di nava Amerîka û Kurdistanê de hate îmze kirin.Şanda Amerikî di serokatiya  Elissa Slotkin  cigîra wezîrê bergiriya Amerika ji aliyê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ve hate pêşwazîkirin.Di civînê de Wezîrê navxwe û Pêşmerge Kerim Sincarî û hinek ermandarên pêşmergeyên Kurdistanê amade bûn.Her du şanda di çavderiya serokê Kurdistanê de peyamek leşkerî îmze kirin.Piştî civînê berdevekî serokatiya Kurdistanê da xuyakirin ku, ev peymanek leşkeriye di nava hêzên hevpeyman û hêzên pêşmegeyên Kurdistanê de hatiye îmzekirin .Herweha da xuyakirin ku ev peymanek stratejîk e di navbera herdu aliyan de.

Back to top button