CîhanPolîtîk

“Kurdistanê ji Iraqê dûr bêxin“

Parlementerek yê hevpeymaniya Şîe di parlementoya Iraqê de , dibêje em kurda ji Iraqê dûr bêxin.Li gora nûçeya Rudawê, parlementerê Iraqî Îskender Wetût di civînek rojnemevanîde daxwaziya dûrxistina kurda ji Iraqê kiriye.Îskender Wetût got:“Kurd neteweperest in û berjewendiyên xwe xistine pêşiya berjewendiyên giştî yên Iraqê. Lewma pêwîste ji Iraqê bên dûrxistin.” Li himber vê daxuyaniyê parlementerê YNKê Baxtiyar Şawês di parlentoya Iraqê de got: “Xeyala wan ew e ku em şer ji bo mafên xwe jî nekin. Heta Bexda perçe bibe emê li wir bimînin û parastina mafên xwe bikin. Lê heger ji bo cûdabûnê hûn gelek bi lez in, fermo em cûda bibin.”Ev yek mînake ku kurd ji bo pêkanina refaranduma serxwebûnê li ser rêya rastin. Di rastiyê de tu girêdana Kurdistana Başûr Iraqê ve nemaye. Ji xwe federasyonek wek Kurdistana Başûr li derê cîhanê tuneye.Kurdistana Başûr di rastiyê de dewletek serbixwe De.Fakto ye.Bi pêkanina referandumêkurd di aliyê siyasî de dikarin daxwaziya gel bînin cih û serxwebûna welatê xwe ragihînin. Ji xwe ji vê pêve jî tu rêyek li ber Kurda nemaye.

Back to top button