CivakKultur

Keça kurd bû duyemîn Şahciwana Cîhanê

Keça kurd Nîna Mûrad di Pêşbirka “Şahciwana Cîhanê”  ku îsal li Avustralyayê hat lidarxistin de, bû duyemîn jina herî bedew a cîhanê.
Li Avustralyayê îsal yekemîn Pêşbirka “Şahciwana Cîhanê” ku ji bilî delaliya fizîkî, hêmanên çandî jî li ber çav hatin girtin de û kecên li Avustralyayê, lê ji netewên cuda di pêşbaziyê de bûn, pêk hat û encamên pêşbirkê  8’î Tîrmihê hatin eşkerekirin. Keça kurd Nîna Mûrad ku nunertiya Kurdistanê dikir, di pêşbirka ku 22 keçên bedew li seranserî cîhanê di pêşbaziyê de bûn, bû duyemîn. Encamên pêşbirkê li televîzyona Channel 9 de piştî dengdayînê diyar bûn. Piştî dengdayîna di navbera welatên fînalîst de, Junita Lama ya Napalî bû şahciwana kaînatê. Di pêşbirka ku Michelle Paul a Zimbabweyî bû şahciwana cîhanê, keca kurd Nîna Mûrad jî bû duyemîn şahciwana cîhanê. Ji Hong Kongê Elizabeth Tran bû sêyem û Chi Zhang a Çînî jî bû çaremîn.  “Min xwest Ala Kurdistanê bilind bikim” Di pêşbirka ‘Şahciwana Cîhanê’ de ji bo Nîna Mûrad, ‘jineke kurd a nazik û enerjiya xwe ji bo mafên mirovan xerc dike’ hat gotin. Nîna Mûrad li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê sala 1995’an ji dayik bû û demeke dirêj e li Avustralyayê dijî.Nîna Mûrad a ku xwedî gelek xelata ye, di hevpeyvîneke xwe ya beriya pêşbirkê de diyar kiribû ku armanca wê ew e ku bi kincên kurdî beşdar bibe û Ala Kurdistanê bilind bike. Di profîla Nîna Mûradê de tê destnîşankirin ku ji bo danasîna civaka kurd her tim di nava liv û tevgerê de ye û her wiha tê gotin ku tim xwestiye bibe mamoste û perwerdê jî ji bo aştiyî riya herî baş dibîne.“Perwerde ji pereyî hêjatir e” Mûrad dibêje bi perwerdê wê arîşeyên di navbera civakan de werin çareserkirin û bi rêzgirtin, rast fêmkirin wê yekrêziya civakî durist bibe. Dirûşma keca kurd Nîna Mûrad jî ‘Perwerde ji pereyî hêjatir e’ ye. 

 

 Basnewes
Back to top button