Polîtîk

Di nav HDPê de çi dibe?

 Nivîskarê rojnama Tirkî ya Yenî Şafak, Abdulkadir Selvî di nivîsa xwe de behsa rewşa HDPê dike û hinek îdiayên balkêş dinivîse.Tê gotin ku hinek parlementer di nava HDPê de bawerin ku helwesta wan  zererê dide fikra HDPê ya Tirkiyebûnê.Ji bo vê yekê jî ew xwe amade dikin ku gurubekî pêkbînin.Selvî dibêje ku tê gotin; hinek parlementer dixwazin bi kurdî sund bixwin. Hinek parlementer jî naxawazin gotina di sunda parlementeriyê de ya“ Netewê mezin ê Tirk“ bi karbînin.Niha bayê Tirkiyebûnê HDP pêşve biriye, hinek parlementer ji bo zererê nedin vê yekê dixwazin ji HDPê veqetin û tevlî BDPê bibin û guruba xwe ava bikin.Ji bo avakirina gurubê 20 parlementer pêwîstin.Selvî dibêje , ev gotin çikas raste nayê zanîn li enqere ev têne xeberdan.Herweha têzanîn ku projeya KCKê ew bû ku, parlementerên kurd ji HDPê veqetin û bikevin di nava BDPê de. Ji bo vê jî dema HDP hate damezerandin BDP têknebirin û tenê nevê partiyê guhertin.

Back to top button