Civak

Di Sibata 2024an de 67 kolber hatin kujtin û brîndarkirin

Li gor rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di meha Şibata 2024an de li ser sînorên Kurdistanê 67 kolber rasterast bi êrîşên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.   Ev amar li gor meha Çileyê 17 kolber yanî ji sedî 34 zêde bûye.

Li gor raporê, zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 36 kesan li ser sînorê parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.

Kujtin û brîndarkirina kolbrên Kurd herî zêde li van parêzgehan pêk hatiye. 

Parêzgeha Kirmaşan: 36 halet (36 birîndar bûne).

Parêzgeha Sine: 27 halet (3 hatine kuştin û 24 birîndar bûne).

Parêzgeha Urmiye: 4 halet (1 hatiye kujtin û 3 birîndar bûne).

Back to top button