Di 45mîn salvegera koça dawî de Barzanî !

Serokê nemir Mistefa Barzanî 1ê Adara 1979ê koça dawî kir. Bi taybetî piştê sala 1991ê pêde Barzanî hersal bi minasebeta salvegera koça dawî tê bîranîn. Rastî di van bîranîna de çi tê kirin? Bi hezaran nivîs , makalê û nirxandin li ser jiyan û xebata Barzanî hatine nivîsandin. Lê gelo cewherê her babetê behskirina Barzanî çiye? Di vê nivîsa xwe de , ezê hewlbidim hinek rexna bikim û behsa naveroka rêbaza Barzanî bikim. Herweha îro di Kurdistana azad de, em heta çi radeyê rêbaza Barzanî dikarin bi nifşê nû bidin têgihandin babetekê girîng ê û divê bê gotubêj kirin.
Ji aliyek din ve nirxandina Barzanî ji aliyê Kurdan ve, yanî kesayetên Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hûnêrmend û her dezgeh yan Kurdek ku behsa Barzanî dike û xebata Barzanî dinirxîne ji sinorek gelek zîz re derbas dibe. Mirov çikasî vê dibîne û pê dihese babetek dine. Di baweriya min de, nirxandina Barzanî de mîladek heye. Ji berî sala 1992ê û piştî sala 1992ê. Yanî 1992 ji bo cureyên nirxandina Barzanî mîladek e.
Em bêjin yan nebêjin, dîrok her di demekî de rastiya bûyeran derêxe holê. Mistefa Barzanî ku, jiyana xwe hemû ji bo azadiya miletê Kurd terxan kirî, ji aliyê kurdan ve du awayan cuda dihat nirxandin. Kurdên welatparêz, niştimanperwer yên ku bi rastî azadîya miletê kurd û serxwebûna welatê wan ji bo wan xala sereke bû barzanî bi nirxek bilind şirove dikiran û behsa tekoşîna wî ya ji bo Kurdistanê ku, îro keda wê dixwin dikiran û ji bo wan li ser şopa Barzanî xebat kirin nirxek bilind bû.
Barzanî xebat û tekoşîna xwe, gotar û zanebûna xwe, pêwendî û diplomasiya xwe, şer û helwestên xwe, têgihandin û naskirina miletê xwe, bi pêşmergetiya xwe û ji hemiyê girîngtir kesatiya xwe ya berz , Rêbazek Peyda kir. Ku îro em vê wek Rêbaza Barzanî dibînin û hewldidin li ser vê rêbazê ji bo destxistina mafên rewa yên Kurda û herweha ji bo azadkirin yanî dewletbûna Kurdan ditekoşin.
Ne hewceye ku cardin behsa jiyana Barzanî bikin. Ji ber ku gelek hatiye behskirin û her Kurdek hêdî jiyana serokê netewî yê Kurda nas dike. Gerek zêdetir behsa awayê têgihandina rêbaza Barzanî bê kirin.
Taybetî piştî neksa sala 1975ê, ku şoreşa Îlona pîroz şikestek demkî xwar, beşek mezin ji kurdan di vê yekê de Barzaniyê nemir tawanbar kirin.
Gelek nirxandinên cuda çêbûn, taybetî ewên ku xwe çep yan jî Marksist-Leninist didîtan gelek bi nirxandinên ji sinorê ehlaqî dûr li Barzanî kirin. Heta radeyekî Barzanî bi “ xiyanetê“ itham kirin. Nameyên ku Barzanî ji bo miletê xwe ji komkojiya xilas bike , di wê demê de ji serok û wezîrê derve yê Amerikayê re rêkirîn wek “ Belgeyên Îxanetê“ hatin nirxandin. Hina Barzanî bi paşverotiyê û sixûriya Amerikayê tawanbar kirin. Hinekan jî Barzanî wek serokê eşîretekî tenê didîtan û ew ji derê siyasetê şirove dikiran.
Heta piştî sala 1975ê, hinek berpirsên PDKê ku li tenişta serokê nemir dixebitîn, ji bo xwe li dijminê Kurdan şirîn bikin, bi gelek xirabî behsa Barzanî kirin, sedemê têkçûna şoreşê tenê xeletiyên Barzanive girêdidan. Bê guman di wan pêvajoyan de cardin Barzaniyê nemir ji aliyê hinek Kurdan ve wek serokek netewî û xebatkarê mezin ê kurdan dihata dîtin û li himber ewên ku, Barzanî bi awayek xirab dinirxandin bi serbilindî ew diparastan.
Xalek gelek taybet cihê mixabiniyê heye ku, di van salan de yanî ji berî sala 1992ê piranî rojnemevan, nivîskar û şirovekarên biyanî behsa xebata Barzanî dikirin û pirtûk, mikale û bi belgeyan behsa tekoşîna Barzaniyên nemir dikiran. Yanî bi awayekî me Barzanî ji dûrve bi nirxandinên biyaniyan nasdikira.
Lê di sala 1991ê pêve ,piştî azadkirina başûrê Kurdistanê û taybetê piştî sala 1992ê hedî li ser xaka azad desthilatek a Kurda pêkhat, vêca destpêkirn behsa Barzanî bê kirin û li ser Barzanî nirxandinên cuda hatin kirin û bi sedan pirtûk hatin nivîsandin û babetê rêbaza Barzanî gelek berfireh bû.
Babetê nirxandina Barzaniyê nemir di derekî tevlîhev dibûya, hêdî mirov nedizanî kî bi melakî kî bi bîr û baweriyek niştimaperwerî behsa Barzanî dike. Heta wek vê gavê jî gelekî zehmete ku mirov vê ji hev cuda bike.Gelek caran melakî dibe sedem ku, rê li ber nirxandinên rasteqînê tê girtin.
Îro eger beşek ji Kurdistanê azad be, xwedî desthilatbe û miletê Kurd di vî beşî de azad û serbilindî dijîn, yanî destevtiyên li başûrê Kurdistanê berhemên xebatek bê hempa ya Barzaniyê nemir e.
Demekî PDKê xwest bi minasebeta sedsaliya Barzaniyê nemir çalakiyekî li darbêxe. Ji bo vê yekê komite hatin avakirin û leptek cidî hebû. Lê mixabin ji bo hinek sedeman ev çalakî dawiyê de nehat kirin û sekinî. Xaka Kurdistana azad ku berhemê tekoşêna Barzaniyê nemire, bi sedan bîranin, ji bo kesên din hatin kirin, bi sedan mihrican ji bo tiştên din hatin li darxistin, lê mixabin ji bo xwediyê van destkeftiyan heta wek vê gavê ya pêwîst nehatiye kirin. Li vê derê naxwazim bikevim nava hûrgiuliyan, li gotinek Kurda heye: “Yê dizane ji xwe dizane, yê nizane baqê nîskaye“
Gelo pêvajoya ku tevgera Kurd têre derbas dibe, taybetî li başûrê Kurdistanê rêbaza Barzanî heta çi radeyê ji nivşê nû re tê gotin. Yanî bi çi çalakiyan ev rêbaza pîroz digihe nivşê nû: Di vê derbarê de PDK çi dike û çi bername û piroje hatine çêkirin? Ev nivşê ku, bi saya rebaza Barzanî qet di bin desthilatdariya dijminan de ne jiyaye û xaka azad de ji dayik bûye û gihaye temenê genciya xwe, di derbarê Barzani de çi dizane? Gelo Barzaniyê nemir bi tenê weneyan de dinase, yan rastî bi Rêbaza barzanî têdigihe?
Gelo îro mirov di nava kolana de bipirse Rêbaza Barzanî ji bo we çiye? Dê çend kes û çewe behsa vê rêbazê bike. Heta di nava qadroyên PDKê de rapirsênek bê kirin û heman pirs bê pirsîn dê encam çewe be? Ev hemû pirsên bê bersivin. Ez bi xwe bersiva van pirsan di civata Kurd de heta wek vê gavê nabînim.
Ji ber ku nirxandina Barzanî ne hema bi tenê wesifdane. Têgihandinek taybet e.
Rêbaza Barzanî çewe bû qistasa serkevtinê herweha qistasa parastina mafên netewîne jî.
Ji bo vê yekê bi minasebeta koça dawî ya Barzaniyê nemir de, 1ê Adara 2024ê de , em bi hemû imkanên xwe hewl bidin rastiya Rêbaza Barzanî bi nivşên nû, bidin têgihandin. Dê pîvana serkeftina doza kurd û Kurdistanê be. Ev rêbaz ne bi tenê doh, îro lê pêşerojê de û heta hetayê ji bo Kurdan pêwistbe û demana serkeftin û parastina mafên netewî yê milletê Kurd e, û dê demana dewletbûna Kurdan be.
1,Adar.2024
Dara Bilek