Di herêma aram de YPG cih nagire
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku , navçeya aram li ser sinorê Tirkiye tê avakirin û di pirasa kurdan de jî ew li gel Tirkiye kar dikin. Jeffrey vekirî got ku, di vê navçeyê de , dê hêzên YPGê cih negrin.
Di vê derbarê de James Jeffrey got: Em ji bo avakirina navçeya aram li Sûriyê bi Tirkiyê re dixebitin. YPG di navçeya aram de cih nagire. Ji ber ku Enqere bi tekîleyên wê yên PKKê re dilgiran e. Serok Trump bi awayekî zelal Serok Erdogan agahdar kir.”
Nînêrê amerikayê da xûyakirin ku, ew naxwazin Tirkiye û HSD bêne himber hev. Ji bo vê jî Amerika çareseriyekî digere ku bi ailê hemû aliyan be.
Jeffrey dibêje: Armanca me ne ewe ku Hevpeymaniya Navdewletî bibe hêzeke aştiyê li navçeyê, lê em daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku operasyonên xwe li dijî DAIŞê berdewam bike.